Daristanên Karacehennem a Çewligê dişewite

Li darista Karacehennem a Çewligê bi îdîaya ‘ewlekariyê’ biyara birîna wê hatibû dayîn, şewat derket.

Li daristana Karacehnnem a dikeve navbera gundê Kizilagaç a navçeya Kanîreş û gundikê Meşelî ya li Çewligê şewat derket. Şewata ku hê sedemê wê nehate zanîn, didome. Welatî ragihandin ku ji bo şewatê ti mudaxeleyek nayê kirin.

Li aliyê din li herêma ku şewat destpêkiribû, roja berî wê ji bo dar neyên birîn kesên ku nerazîbûn nîşandabûn ji herêmê dûr kiribûn.