Ciwanên Kurd li Normandiyayê tûrnûvaya futbolê lidar xistin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Normandiya yê Fransayê dijîn, bi navê "Şehîd Şeran Varto û Ferhat Çem" tûrnûvayeke futbolê organîze kirin.
Ciwanên Kurd ên li bajarê Normandiya yê Fransayê dijîn, bi navê "Şehîd Şeran Varto û Ferhat Çem" tûrnûvayeke futbolê organîze kirin.
Bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Şervan Varto, li Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Mantes Le Jolîe li bajarê Normandiya yê Fransayê bi navê "Şervan Varto û Ferhat Çem" tûrnûvayeke futbolê lidar xist. Gelek ciwanên Kurd tevlî tûrnûvayê bûn.
Tûrnûva, ku dayika Şervan Varto jî lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.
Di tûrnûvayê de 18 tîm ji bo serketinê têkoşiyan. Di encamê de tîma FC Doganspor bû yekemîn, Ferhat Çemspor bû duyemîn û Jiyan Kurdistanspor jî bû sêyemîn.