Cejna Xidir Îlyas: Dema ax û mirov hişyar dibin…

Cejna Xidir Îlyas ji bo Êzidiyan sembola abadînbûn û bereketê ye.

Di nav civaka Êzidî de piştî rojiya 3 rojan dema tav li erdê dixe, Cejna Xidir Îlyas dest pê dike. Pîrozbahiya cejnê ev e ku, tovên di axê de zindî dibin, jîndar li hev kom dibin, ciwan evîna xwe dibînin û xweza xwe nû dike.

Li gorî Êzidiyan Cejna Xidir Îlyas tê wateya temenê mirovan û bereketa axê zêde û dirêj dibe.

Dayê Xemsê wisa qala çîroka Xidir Îlyas dike: “Padîşahek hebû. Hukmê vî padîşahê li ser gund û bajarên Êzidiyan û welatên dûr hebû. Vî padîşahî dixwest desthilatdariya wî heta hetayê bidome. Padîşah bangî Xidir Îlyas dike, dibêje bila were qesra min. Hemû kesan ji zanatî û lêgerîna jiyanê ya Xidir Îlyas bawer dikirin. Xidir Îlyas ji bo Êzidiyan jî derwêşek bû û gundên Êzidiyan Xidir Îlyas wekî pêşengekê xwe dîtine. Padîşah ji Xidir Îlyas re dibêje ‘Ya Xidir Îlyas divê tu biçî ava nemiriyê bibînî, heke tu nebînî ez ê serê te jêkim’ Xidir Îlyas jî dibêje ez ê wê avê bibînim. Xidir Îlyas diyar bi diyar digere û ava nemiriyê ji padîşah re tîne.

Xidir Îlyas tê baxçeyê padîşah. Padîşah jî heyecaneke mezin li benda hatina wî ye û dibîne ku hatiye. Xidir Îlyas avê dixe tasekê û dide padîşah. Di wê demê de qirpik li padîşah dikeve û nikare wê avê vexwe. Di wê demê de dûvpişkek tê bi padîşah ve dide. Padîşah nikare avê vexwe û dikeve erdê. Dema padîşah dikeve erdê, ava nemiriyê dirije ber dara zeytûnê. Xidir Îlyas jî diçe firek ava dinê tasê de vedixwe. Li gorî baweriyan ji wê rojê şûnde dara zeytûnê her dem hêşîn e û Xidir Îlyas jî nemir e. Cenazeyê padîşah dibin qesrê û dayika padîşah dema dibîne kurê wê yê padîşah miriye, gelekî hêrs dibe, bawer nake ku dûvpişkê bi kurê wê ve daye. Cenazeyê kurê xwe dixe odeyekê û heft rojan li ber serê wî nobetê digire. Piştî heft rojan bêhn dikeve cenazeyê padîşah û dayika wî biryarê dide wî bibin goristanê veşêrin. Piştî ku padîşah tê veşartin dayika padîşah fermanê dide leşkerên xwe û dibêje ‘Herin 7 gundan bişewitînin’. Ev gund jî gundên Êzidiyan e. Piştî roj hiltê, 7 gund tên şewitandin. Genim, nîsk, nok û dahnê di embarên malan de jî dişewite û bêhna wê diçe heta deşt û çiyayan. Bi vê re 7 gundên Êzidiyan tê qirkirin. Dibêjin qey Xidir Îlyas jî miriye. Xidir Îlyas ji ber ku ava nemiriyê vexwariye, nemiriye û bi zanatiya xwe ji nav agiran derdikeve. Civaka Êzidî dibînin Xidir Îlyas nemiriye û vî tiştî pîroz dikin.

Civaka Êzidî 7 roj beriya Cejna Xidir Îlyas xwe naşon, rojî tê girtin, heywan nayê serjêkirin û li neynikê nanihêrin, rîtuela êşê pêk tînin û porê xwe diqusînin. Li gorî wan qusandina por siûd e lê gelek Êzidî diyar dikin qusandina por semboleke şînê ye. Kesên di mala wan de navê Xidir an jî Îlyas hene divê rojiyê bigirin,malbatên din jî li gorî tercîhê rojiyê digirin. 3 rojan dahn û genim li ser agirekî sivik tê qelandin. Ji vî tiştî re dibêjin ‘Qelendok’ Ev genim û dahnê hatiye qelandin didin zarok û mêvanan.

Di arîfeya cejnê de jî heft cure zad tê qelandin û di destar de tê hêrandin. Genim, dahn, garis, nîsk, bilxur û dendikê berberoj di destar de tê hêrandin û dikin wekî ard. Ji vî 7 zadan re dibêjin ‘Sivik’ Ev zadên bûne ard dixin tepsiyekê, paçekî spî diavêjin ser û dixin bin boxçeyên tiberkên ku li ser dîwarê her malê hatiye daliqandin.

Li gorî baweriyê di roja pêşîn a cejnê de Xidir Îlyas li hespê xwe yê spî siwar dibe, dadikeve erdê û li ser sivikan derbas dibe. Bi hilatina rojê de dayika malê diaya rojê dixwîne û paçikê spî yê li Sivikê radike û tê gotin şûna simê hespê Xidir Îlyas li ser wê çêdibe û ev jî tê wateya ku wê salekê bereket ji wê malê kêm nebe. Ji wê sivikê nanik tê çêkirin, ev nanik şor in û didin xort û jinan. Xort û jin van nanikan dixwin û avê venaxwin. Li gorî baweriyê di xewnê de kî avê bide wan, ew ê qedera wan û a kesa/ê ku av daye wan wê bibe yek. Di nav civaka Êzidî de dibêjin ‘Kesên nanikên şor ên sivikê bixwin, di xewnê de çi qewl bike, wê ev tişt pêk were.” Di cejnê de xelq diçin serdana hev û Simateyê çêdikin. Simate ji genim û nokan çêdibe. Di Cejna Xidir Îlyas de jî naçin derên dûr.

Li gorî gotinan Xidir Îlyas siltanê avê ye, avê nas dike û hemû zindiyên di binê avê de dostê wî ye. Tovên di axê de zindî dibin û aj dibin. Wateya Xidir Îlyas bereketa ax û rojê ye. Hemû zad di vê demê de aj didin. Evîna mirovan jî dişibînin vê perengiyê û tê gotin herî zêde di vê demê de mirov hev dibînin. Bi taybetî dema ku jin di cejnê de guliyê xwe jêdikin wateya ev e ku porê wan zindî dibe û êşa serê wan kêm dibe. Naçin rêya dûr, dibêjin evîn, dostanî û parvekirina xwe ne li dûr li nêzî xwe bijî. Di heman demê de dibêjin ji bo ku xisarê nedin heywanên ji xewa zivistanê hişyar bûne û dernekevin ser rêya wan, dibêjin neçin rêya dûr. 

Pîrozbahiya cejnê ev e ku, tovên di axê de zindî dibin, zad aj dibin, ciwan evîna xwe dibînin û beden xwe nû dike. Di vê demê de rîtuelên şînê û cejn dibin yek.