‘Cejna Çarşema Serê Nîsanê bila bibe wesîleya aştî û aramiyê’

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi wesîleya cejna Çarşema Serê Nîsanê daxuyanî da û got: “Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê parastinê ji me re nake, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake.”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi wesîleya Cejna Çarşema Serê Nîsanê ku li gorî baweriya Êzidiyan weke roja afirandina cîhanê û jiyanê tê zanîn, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:

“Pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê ku li gor baweriya me weke roja afirandina cîhanê û jiyanê tê zanîn, îsal dîsa dibin şert û mercên herî aloz û girîng de derbas dibe.

Çarşema Sor roja afirîna gerdûnê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Gerdûn û aso dizeriqe, zelal dibe, di wê rojê de xweza bi giştî reng û rû diguherîne.

Bi hatina Nîsan û Biharê re, hêza xêr û xweşiyê bi serdikeve, ya şer û xerabiyê têk diçe. Ji ber vê yekê jî, di vê roja pîroz de, bi cejn û şahî ji hêza afirînêr re, rêz tê girtin.

Wek tê zanîn li ser welat, netew û civaka me gef û xeterî berdewam e. Êrîşên dijminê mirovahiyê û yên li dijî Şengalê îsal jî bi şehadeta pêşengê civaka me Pîr Çeko, Şerzad Şemo û Agir Cefrû pêk hat. Bi taybet rewşa Efrînê a trajîk li berçavan e. Eger statu û parastina cewherî neyê mîsogerkirin, ji bo civaka Êzidî ewlekeriya jiyana hevbeş ne pêkane. Zirufên pêkanîna vê armancê bêguman rêxistinkirina civakî, tesiskirina yekitî û  bihêzkirina têkoşina ji bo azadiyê û rûmetê ye.

Bi têkbirina desthilatdariya faşîzma Erdogan ku di hilbijartina 14’ê Gulana 2023’an de wê bê li darxistin, em ê pêngaveke dîrokî ber bi jiyana azad bavêjin. Çanda me, baweriya me û xaka me di bin xeteriyeke mezin de ye û em di nava pêvajoya hebûn û tunebûnê de derbas dibin.

Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê parastina me nake, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin.

Li ser vî esasî, herî dawî Kongreya 5'emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di 15’ê Nîsana 2023’an de, bi dirûşmeya ‘Bi Xemla Nîsanê Em ê Şengalê Ava Bikin, Xweseriya Xwe Mîsoger Bikin’ bi awayekî serketî hat lidarxistin. Di kongreyê de biryarên girîng û dîrokî ji bo tevahiya civaka me hatin dayîn. Em wek Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, Kongreya 5'emîn ya MXDŞ’ê silav dikin û rêveberiya nû pîroz dikin û em ê biryarên wan tiştên ku bikeve ser milê me, bi cih bînin.

Em bi vê wesîleyê bang li civaka xwe dikin ku bi vê erka xwe ya dîrokî rabin. Dubare em cejna Çarşema serê salê li miletê xwe pîroz dikin em hêvidar in ku bibe wesîleya aştî û aramiyê.”