Bi qinên gwîzan debara xwe dikin
Jinên Kurd ên li Seyhanê, carna li mala xwe bi tenê, carna jî li ber derî dema bi cîranan re li hev dicivin, qinên gwîzan derdixînin û wan difiroşin. Bi xêra vê yekê debara xwe dikin.
Jinên Kurd ên li Seyhanê, carna li mala xwe bi tenê, carna jî li ber derî dema bi cîranan re li hev dicivin, qinên gwîzan derdixînin û wan difiroşin. Bi xêra vê yekê debara xwe dikin.
Jinên Kurd ên li taxa Dagaloglû ya navçeya Seyhan a Edeneyê ji bo debara malbata xwe bikin, qinên gwîz û findeqan derdixînin û difiroşin.
Jinên Kurd di berdêla 10-12 TL'î de qinên kîsekî gwîzan derdixînin.
Hazal Turk yek ji van jinan e ku vî karî dike. Hazal Turk û malbata wê, beriya niha bi 25 salan ji ber ku gundê wan hate şewitandin û cerdevanî qebûl nekirin, ji Wanê koçî Seyhanê kirin.
'EM BI DIZÎ BI KURDÎ DIAXIVÎN'
Dayika Hazal zor û zehmetiyên salên destpêkê yên li Edeneyê bi bîr xist: "Salên destpêkê gelekî zehmet û giran bûn. Tişta herî girîng ziman e. Em tenê bi Kurdî zanin. Lê belê wê wextê qedexe bû ku mirov bi Kurdî biaxivin. Em li malên xwe bi dengekî nizm bi dizî diaxivîn. Karê me giran bû. Zarokên me gelek bûn. Tiştekî me jî tine bû. Me bi salan gelekî zor û zehmetî dît. Qet nebe niha hinekî îmkanên me çêbûne."
Dayika Hazal dibêje, "Rewşa me Kurdan li her derê wiha ye" û qala ciwantiya xwe dike: "Dema em li welatê xwe bûn, me bi krîzê nizanîbûn. Ji xwe pere jî bi kêr nedihat. Heta ku em nebin yek, tiştên bi vî rengî wê timî bên serê me. Eger niha gundê me yê li Wanê neşewitîbûya, ev gwîz wê ne yê xelkê bûna. Wê yê bexçeyê min bi xwe bûya."
'SERÊ KÎSEKÎ 12 TL'Î BI DEST DIXIN'
Ev karê ku dikin, têra debara malbatê nake. Dayika Hazal li ser vî karê xwe dibêje, "Em gwîzan dişkînin û qinên wan derdixînin. Zêde nebe jî em çend qurişî ji vî karî bi dest dixin. Li malan tenê hevser dixebitin. Di nava vê krîzê de bi karê kesekî bi tenê mirov nikare ewqas zarokî xwedî bikin û bidin xwendin. Kîsekî gwîzan 25 kîlo ye. Eger heta danê êvarê em karibin kîsekî gwîzan bişikînin û qinên wan derxînin, baş e. Serê kîsekî jî em 12 TL'î distînin."
Dayika Hazal diyar dike ku her tişt êdî biha bûye û wiha dewam dike: "Em bi 100 lîreyî diçin bazarê, lê bi wî pereyî nikarin nîvê kîsê xwe yê bazarê dagirin. 6 zarokên min hene. Yên ku ev kar daye me jî komek ji jinên Bedlîsî ye. Piştî ku em qinên gwîzan ji nava qalikan derdixînin, em wan bi ta vedikin û didin wan."
DEST Û TILÎ REŞ BÛNE
Dayika Hazal balê dikişîne ser zor û zehmetiyên vî karî. Tiliyên xwe nîşan dide û dibêje, "Destên min ji ber gwîzan reş bûye. Bi salan spî nabe. Serê tiliyên min qulqulî bûye. Zarokên min biçûk in. Ji ber ku divê li wan binerim, nikarim li derve di karekî heta êvarê de bixebitim. Bi vî rengî dema kar bi destê min dikeve, li malê kar dikim."
Cîrana Hazal Turk jî mîna wê ji Wanê koçber bûye. Gazel Akin (44) mîna Hazal hewl dide bi derxistina qinên findeqan debara malbata xwe bike.
Akin dibêje, "Li gorî gwîzan ev kar siviktir e. Serê kîsekî em 10 TL'yî distînin. Em vî karî ji bo zarokên xwe dikin. 4 meh in em karê gwîz û findeqan dikin. Berî wê me qumaş dineqişandin. Me berhemên tekstîlê paqij dikirin. Bi salan e tevî hevserê xwe em dixebitin û hewl didin debara xwe bikin. Dayika 4 zarokan im. Rojê carna 2 kîs findeqan dişikînim. Ne zêde ye, lê belê pereyekî helal ji bo zarokên xwe qezenç dikim."