Bi hezaran kes ji bo jîngeh û xwezayê li Dersimê meşiyan

Ji bo derketina xwedî li ekosîstem û jîngehê, li Dersimê mîtîng hat lidarxistin û peyama “berxwedana bi rêxistinî” hate dayîn.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, bi dirûşmeya “Em ê bi ser bikevin, em jîngehê diparêzin” li Qada Seyîd Riza mîtîngeke herêmî lidar xist. Rêxistinên ked û pîşeyan, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu, berdevkên Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, Nacî Sonmez, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), rêxistinên navçeyan ên Çewligê, aktîvîstên ekolojiyê û gelek rêxistinên jîngehê tevlî mîtîngê bûn.

‘EM Ê BI SER BIKEVIN, XWEDÎ LI DERSIMÊ DERBIKEVE!’

Beriya mîtîngê, bi hezaran kes, bi pankarta li ser “Em ê jîngehê diparêzin, em ê bi ser bikevin” ji Kuçeya Hunerê heta bi Qada Seyîd Riza bi dahol û zirne û tilîliyan meşiyan. Di dema meşê de bê navber dirûşmeyên “Na ji madenê re, xwedî li Dersimê derbikeve” û “Em li Dersimê, kanên madenan naxwazin” berz kirin.

Ji Platforma Ked û Demokrasiyê Kenan Çetîn wiha axivî: “Gelek şirketan, bala xwe daye vir, dibêjin bê ka wê Dersim çawa bertek bide. Cihên xwezayî yên welatê me, pêşkêşê şirketan dikin. Em berxwedana li Behra Reş û Egeyê jî silav dikin.”

Piştî axavtina Çetîn, Serokê Duduyan ê Desteya Rêveber a TMMOB’ê Selçûk Ûlûorta jî wiha got: “Ev demên zor ên ku em tê de ne me hemûyan soz dane. Ji bo axaftina li ser siberoja xwe em li vir in. Em neaxivin; wê daristanên me biqedînin, darên me yên zeytûnan bibirin, nirxên me tune bikin, wê çavkaniyan pêşkêşê hinekan bikin. Em destûra vê nadin.”

Hevserokê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Nacî Sonmez jî behsa azadiya berê ya Fatsayê kir û ev tişt gotin: ‘’Dîroka me, dîroka têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Dîroka têkoşînê ya bindest û xizanan e ku li dijî neyartiya li dijî jinan tê kirin. Em, ne Cûdî ne jî Kazdagiyê nedin kapîtalîzmê. Em ku têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ya li Tirkiyeyê geş bikin, divê destpêkê xwedî li qadên ekolojiyê derbikevin.”

‘EM EKOLOJÎST DIVÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Hatûn Esen a ji Yekîtiya Ekolojîk jî wiha axivî: “Salên dawîn li 81 bajaran talankirina xwezayê zêde bûye. Em jî bi dek û dolabên li vê erdnîgariyê tên kirin dizanin. Bajarên din jî ber dareke maziyê ku li vir tê jêkirin dikevin. Em ekolojîst divê bi hev re têbikoşin. Her ax pîroz e.”

Çalakî bi listîna şanoya li ser talana xwezayî, girtina govendê û tilîliyan bi dawî bû.