'Bi hêviya vegera li welêt, ev 30 sal in li binê konan dijîn'

Ji sala 1989'an û pê ve ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk çar hezar gundên Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin, bi milyonan Kurd koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Kurdên li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dijîn, bi hêviya vegera li cih û warên ne.

Li Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn û Amedê ji ber polîtîkayên şer ên  dewleta Tirk ji sala 1989'an û pê ve zêdehî 4 hezar gund hatin şewitandin û valakirin bi milyonan Kurd koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Trajediya Kurd dijîn ya ji salên 1989’an maye hêjî bi dawî nebûye. Bi hezaran Kurd di wê demê de ji gundên xwe bi zorê hatin derxistin û gelek ji wan li ber qiraxa Çemê Seyhanê li bajarokê Tûzla yê navçeya Karataş a Edeneyê di bereqeyên ji qemoşan û konan de bi cih bûn. Kurdên koçber 28 sal in ji bo debara xwe bikin paletiyê dikin û mafên wan ên av, ceyran, tendurîstî, perwerdehî û hilbijartin û hilbijêriyê nîne. Bi sedan malbatên Kurd bi hêviya vegera axa bav û kalên xwe hê jî di bereqeyên qemoş û konan de dijîn. Welatiyên Kurd der barê hatina xwe ya herêmê û jiyana xwe ji ANF’ê re axivîn.

'GUND ŞEWITANDIN'

Dayika bi navê Hanim Gunduz (56) diyar kir kir ku ew ji gundê Dêrgulê yê Şirnexê ye û wiha çîroka xwe vegot: "Du keç û çar lawikên min hene. Di sala 1989’an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê me nepejirand gundê me ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin. Êdî li herêmê em nekarî biçin zozanan, karê sewalkariyê bikin. Lewma me sewalên xwe hemû firotin û em neçar man koç bikin. Nêzî 30 sal in, em li vir dijîn û paletiyê dikin. Zarokên me tev di zeviyan de paletiyê dikin. Sedema ku em di konan de dijîn jî tenê xeyala vegera welat dikin û em rojekê vegerin Şirnexê."

'ÎŞKENCE Û KOÇKIRIN'

Welatiyê bi navê Osman Alî Batî (85) da zanîn ku ji ber polîtîkayên qirêj ên şer ên dewleta Tirk di sala 1989’an de neçar mane ku cih û warê xwe biterikînin û wiha axivî: "Di sala 1989’an de gundê me ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Mêr tev digirtin û îşkence li wan dikirin. Dixwestin em li herêmê bibin cerdevan. Dewletê dixwest gundiyan têxin dibin xizmeta xwe û her roj dihatin gund îşkebce li me dikirin. Herî dawî dewletê gundê me şewitandin û em neçar man ku axa xwe biterikînin. 28 sal in ez li virim û bi nexweşiyê ketime. Tenê hesreta min ez rojekê vegerim li ser axa Şirnexê."

'PALETIYÊ DIKIN'

Dayika bi navê Şukriye Batmaz (60) jî ev tişt got: "Ez ji navenda Şirnexê me, ji ber zilm û zora dewletê di sala 1990’an de neçar man koçî Edeneyê bikin. Dewletê gelek zilm li me kir û li hevserê min digeriyan digotin em ê serê wî jê bikin. Li mal mal digeriyan û digotin ew ‘terorîste’ ji ber vê yekê em neçar man axa xwe biterikînin. 7 zarokên min hene û em bi zarokên xwe re li xerîbiyê paletiyê dikin. Dema em nû hatin vir jî gelê herêmê çavek cuda li me dinêrî û digotin, ‘terorîst’ hatine. Em li vir di zeviyan de paletiyê dikin û rojê 40 TL qezenc dikin. Di aliyê debariyê de gelek zehmetiyan dikêşin. Li Edeneyê 60 TL û li Tûzla jî 40 TL didin me. Tenê xeyal û hesreta me em rojekê vegerin warê xwe. Ez hemû dewlemendiya cîhanê nadim rojekî jiyana Şirnexê."

BÊRIYA AXA XWE DIKIN

Ciwanê bi navê Yûnûs Ezen (21) jî got, piştî êrîşên AKP’ê yên li ser Cizîr û Silopiyayê malbata wan koçî bajarokê Tûzla ya Edeneyê kiriye û wiha got: "Ez li Colemêrgê dixwinim. Di 3 mehên betlaneyê de têm li herêmê û alîkariya malbata xwe dikim. Em li vir tenê paletiyê dikin û gelek bêriya axa xwe dikin. Ji xwe tişta dewlet jî dixwaze ev bû em li ser cîh û warê me kirin derê."