Bi çêkirina HES'ê re gundî ji Zîlanê koç dikin

Li gel biryara betalkirinê ya Dadgeha Şêwirmendiyê jî li ser Çemê Zîlanê HES hate çêkirin. Bi vê yekê re hem masî bi komî mirin, hem jî gundiyan dest bi koçeriyê kirin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê, hikumetê di sala 2014'an de li ser Çemê Zîlanê dest bi çêkirina Santrala Hîdroelektrîk (HES) kir. Rêxistinên hawirdorparêz û gundiyan li dijî vê yekê serlêdan kirin û bi biryara Daîreya 6'emîn a Dadgeha Şêwirmendiyê karê çêkirina HES'ê hate rawestandin. Tevî biryara Dadgeha Şêwirmendiyê jî hikumeta AKP'ê li ser Çemê Zîlanê HES çêkir û par xiste meriyetê.

Wêrankirina xwezayê û felaketên ji ber HES'ê rû didin jî roj bi roj bêhtir eşkere dibe. Ji ber ku devê bendavê têne girtin, masî bi komî dimirin. Her wiha ava li zozanan ji ber ku li HES'ê dimînin, çandinî û sewalkarî jî nema. Li vê herêma ku di sala 1930'î de Komkujiya Zîlanê lê hate kirin, 30 gund hene. HES'ê bandora neyînî li 10 gundan kir. Gundiyên ku ji ber HES'ê çavkaniya wan a debarê nema, dest bi koçkirina ji herêmê kirin.

ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ NEMA

Berdevkê Înîsiyatîfa Zîlanê Şahabettîn Demîr li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku asta avê ya Çemê Zîlanê bi 10 cm'î kêm bûye û ev yek jî bû sedem ku masî bi komî bimirin. Demîr diyar kir, ji ber ku ava ji zozanan tê li HES'ê dimîne, çandinî û sewalkarî jî êdî nemaye û got, "Doza me li Dadgeha Şêwirmendiyê dewam dike. Piştî ku biryara dawî rojên bê were dayin em ê ji nû ve bikevin nava liv û tevgerê. Herî dawî Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Wanê rapora pisporan bi rengekî alîgiriyê amade kir. Em li ber vê rabûn. Dadgeha Şêwirmendiyê bi rengekî erênî nêzî biryara me bû. Dadgeha Şêwirmendiyê ji xwe rapor kêm dîtibû. Endezyarekî hawirdorê û arkeolog hebû, me bi hev re îtiraz kir. Me xwest ku di her beşên xwezayê de pispor hebin. Em dixwazin pisporên ji berhemên avê, arkeolog, endezyarên hawirdorê, endezyarên zîreetê û whd. tevlî dozê bibin. Biryara Dadgeha Şêwirmendiyê ya li ser îtiraza me ya têkildarî biryara dadgeha herêmê gaveke erênî ye, lê têrê nake."

GUNDIYAN DEST BI KOÇKIRINÊ KIRIN

Demîr ragihand ku ji ber HES'ê çandinî û sewalkarî nema ye ku ev herdu jî ji bo gundiyan çavkaniya debarê ne û got, "Niha koça ji gundan destpê kiriye." Demîr got, "Koçberî rojên dawî zêde bû. Malbat êdî ji Zîlanê diçin. Li gorî biryara Dadgeha Şêwirmendiyê em ê ji nû ve bikevin nava liv û tevgerê û xak û ava xwe heta dawiyê biparêzin."