Bendav li ser Masiyê Wanê gefek e

Bendava Morgedîk a navbera navçeyên Erdîş, Bêgirî, Ebex û Bazîdê êdî bi avê tijî dibe. Ev yek jî li ser Masiyên Wanê gefeke mezin e.

Bendavên ku bi armanca ewlekarî û rantê li Kurdistanê hatine avakirin, dibin sedema wêrankirina xwezayê. Bendava Morgedîk a li ser Çemê Delîçay ê navçeya Erdîş a Wanê hatiye çêkirin, êdî bi avê tijî dibe. Ji ber bendavê çem ziwa bû. Ev çem di heman demê de cihê koçkirin û hêkkirina Masiyên Gola Wanê ye. Lê belê ji ber ku aveke têrker tê de nema ye, masî nikarin jê derbas bibin û bigihêjin cihê ku lê hêk bikin.

Li Tejaneya Gola Wanê ji 15'ê Nîsanê heta 15'ê Tîrmehê dema hêkkirina Masiyên Gola Wanê ye. Di vê demê de masîgirî qedexe ye. Li gel qedexeyê jî bi hezaran ton masî bi rengê qaçax têne girtin û qetilkirin. Masiyên Gola Wanê di vê demê de ji nava ava bi soda ya Gola Wanê ber bi ava şîrîn ve bi zor û zehmetî koç dikin.

Yek ji deverên ku masî lê hêk dike Delîçay a li navçeya Erdîşê ye. Di vê demê de ku koça ji bo hêkkirinê dewam dike, ji ber ku Bendava Morgedîk bi avê tijî dibe, ev yek gefê li Masiyên Gola Wanê dixwe.

DIBE KU BI HEZARAN MASÎ BIMIRIN

Ji ber bendavê kêmbûna ava li çemê Delîçayê dibe sedem ku bi hezaran masî bê oksîjen bimînin û metirsiya mirinê li ser masiyan çêdike. Bi hezaran masî jî ji bo hêkkirinê nikarin koç bikin. Li herêma Balik Bendî ku bi 10 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Erdîşê ye, bi hezaran masî ji ber kêmbûna ava li çemê Delîçayê nikarin avjeniyê bikin. Ev rewş dikare bibe sedema komkujiya masiyan.