Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bêhna lewenteyê ji Dersimê tê

Dersim ku bi têkoşîna xwe ya li hemberî gefên benav, nêçirvanî û madenkariyê timî dikeve rojevê, tawîzê ji bedewiya xwe nade. Li gel bi dehan gihayên endemîk, lewente jî li Dersimê şîn dibe.

Ev qada mîna zeviyên bêdawî yên lewenteyê, Dersim e. Çiyayên Dersimê ku bi dehan kulîlk û gihayên endemîk lê hene, bi rengê mor û bêhna xweş a kulîlkên xwe yên lewenteyê jî têra xwe bedew e.

Gundê Tekelî yê navçeya Çemîzgezek a Dersimê yek ji qadên bedew ên lewente ye.

Nadîr Hozat ê ji vî gundî, destpêkê sê hezar tovên lewente çand, piştre jî kir bîst hezar kokên vê kulîlkê. Piştî 2 salan jî berhemên xwe bi dest xist. Hozat dixwaze lewenteyên çandiye bi kar bîne û hem debara xwe pê bike, hem jî gundiyan teşwîqî çandina lewente bike.

Hozat anî ziman ku weke hobî wî dest bi çandina lewenteyê kiriye û got, "Li bajar û navçeya me hewldana destpêk bû; ev gelekî girîng e. Niha jî berhemê dide. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in. Dema ku me makîneyên xwe danîn û rûn jê bi dest xist, em ê hingî bêhtir kêfxweş bibin. Em ê hevalên xwe yên li gund jî li vir bidin xebitrandin. Ciwan dema ku karê wan tune ye têne li vir dixebitin. Kêm jî be ji bo wan ji aliyê aborî ve dibe piştgiriyek.

Mixabin li welêt çandinî li ber tunebûnê ye. Hêviya min ew e ku gundî jî dest bi çandina lewenteyê bikikin."

Hozat anî ziman ku lewente gelekî bala wênevan û çiyageran dikişîne û got, "Lewente kulîlkeke gelekî bedew e. Hem xemla wê hem jî bêhna wê mirovan şa dike.

Lewente di heman demê de wêneyekî xweş radixe ber çavan. Gelekî bala wênekêşan kişand. Bi qasî dîmenê xwe bêhna xwe jî gelekî xweş e. Di çêkirina parfum û kozmetîkê de gelekî tê bikaranîn."

Melîha Kolan ku ji bo çandina lewenteyê dibe alîkar, dibêje ku divê jin di vê mijarê de bêne teşwîqkirin. Kolan got, "Piştgiriya ji bo ciwanan wê bike ku bêhtir çandiniyê bikin û çandinî jî bi vî rengî zêde bibe. Ev kar di heman demê de yek ji wan karan e ku keda jinê zêde nayê xwarin. Zor û zehmetiyên welêt li holê ne. Hêvîdarim yên koçî bajarên mezin kirine li gundên xwe vegerin û lewenteyê biçînin, çandiniyê bikin, sewalkariyê bikin."