Bêhna serdemên berê ji Ewropayê tê

Gelek kîmyagerên Ewropî û dîroknasan dest bi karekî kirin û hewl didin bêhnên berê yên parzemînê li vê serdemê vegerînin.

Zanyarên ku di bin navê Odeuropa de kar dikin, 2 sal in li ser bêhnên ji Serdemên Destpêkê, Navîn û Nû ceribandinan dikin. Tîma ku li Hollanda, Îtalya, Elmanya, Fransa û Slovenyayê komên xwe hene, ji bernameya Horîzon a Yekîtiya Ewropayê bi 2.8 milyon Euroyî alîkarî wergirt.

Lêkolîner li ser wêne û tekstên têkildarî jiyana rojane ya dîroka parzemînê, hewl didin bêhnên bajaran û cihên taybet ên bajaran ji nû ve biafirînin.

Di çarçoveya vî karî de li Elmanyayê bi hezaran wêneyên dîrokî, li Îtalyayê jî çavkaniyên nivîskî yên li ser vegotina xwarinê têne lêkolîn. Daneyên ku têne bidestxistin piştgre ji aliyê kompûterekê ve têne nirxandin û bi vî rengî bêhna wê atmosfera ku wêneyê xwe hatiye çêkirin an jî hatiye vegotin, tê afirandin.

Di karên li Îngilistanê de li gorî vegotinên romana Orlando ya Vîrgînîa Woolf, bêhna mala malbata Sackvîlle-West a li Kent ji nû ve hate avakirin.

Li muzeyeke li Den Haagê bêhna berê ya qenalên li Amsterdamê, li bajarê York ê Îngilistanê jî li Navenda Jorvîk Vîkîngê bêhna keştiyên Vîkîngê demeke dirêj e pêşkêşî mêvanan têne kirin.