Banga piştgirîkirina kampanyaya ‘Tu jî darekê biçîne jiyanê şîn bike’ hate kirin

Komeleya Ekolojiyê banga piştgirîkirina kampanyaya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya bi dirûşmeya “Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike” hatibû destpêkirin, kir.

Komeleya Ekolojiyê ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanya çandina şitilan a ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê par ji bo parastina aştî û jiyanê li dijî polîtîkayên bêdaristanî û şer hate meşandin. Komeleyê diyar kir ku, ew îsal bi dirûşma "Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike" ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane kampanyayê berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Li dijî nîzama xerab a ku qadên jiyanê vediguherîne goran; Bi çandina şitlek ji bo her mirovek ku jiyana xwe ji dest dayî, em ê ji nû ve zayîn û hewirdorek şîn û têkoşîna avakirina jiyana azad û ekolojîk bidomînin. Kampanyaya çandiniyê ya ku bi dirûşma 'Bi şitlekê xwedî li jiyanê derkeve' hat destpêkirin, em diyarî kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dane dikin."

BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Di navbera 1-10'ê Nîsanê de bi dirûşma 'Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike'; gel, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû parêzvanên jiyanê yên li bajarê Amedê; Em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiya çandina şitilan a ku li bexçe, eywan, gund, dibistan, kolan, tax û her quncikek bajêr tê lidarxistin bibin û her kesî teşwîqê vê kampanyayê bikin.”