Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan zarokên Kurd di jiyana xwe ya perwerde-hîndekariyê de neçar in ku bi zimanê Tirkî perwerdeyê werbigirin. Zarokên Kurd ên ku nikarin bi zimanê dayikê perwerdeyê bistînin hem di dibistanê de hem jî di nava jiyana civakî de gelekî zor û zehmetiyan dibînin.
Pisporê Pêşvebirina Zarokan û Akademîsyen Fûrkan Aydemîr destnîşan kir ku ji bo pitik karibin zimanê xwe yê dayikê hîn bibin du salên destpêkê gelekî girîng e. Aydemîr diyar kir ku eger di nava du salên destpêkê de zimanê xwe yê dayikê hîn nebin, zehmet e ku piştre hîn bibe û got, "Pitik di sala destpêkê de gotinên destpêkê, di sala duyemîn de jî hevokên destpêkê bi kar tînin. Hînbûna xurt a zimanê dayikê ji bo pêşketina hestewarî û civakî mijareke navendî ye. Mirovên ku zimanê xwe bi pêş ketiye li nava civakê jî xwedî cihekî ye. Di navbera salên 0-6'an de hîmên vê yekê tê danîn. Mirovên ku baş bi zimanê xwe yê dayikê diaxive li jiyana civakî jî serketî ye, dikare derdora xwe baştir nas bike. Ziman dikare gelek tiştan bi ser bixîne. Lewma zimanê dayikê pir girîng e."
JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ PERWEDEYA NIVÎSKÎ ŞERT E
Aydemîr anî ziman ku beriya destpêkirina dibistanê zarok li malê bi Kurdî hîn dibe, lê belê dema ku dest bi dibistanê dike nikare vê yekê dewam bike, ji ber ku nikare perwerdeyeke nivîskî werbigire hîmên xurt ên vê yekê nikare deyne û got, "Ji ber vê yekê zimanekî ku tenê bihîstiye hîn dibe. Di zimanê devkî de bingeh xurt nîne, divê mirov bi nivîskî xurt bike. Zimanê nivîskî jî yê tê hînkirin Tirkî ye. Yanî du zimanan hîn dibe lê herdu zimanan jî baş hîn nabe. Rewşeke nîvcomayî ye. Ev jî dike ku ji civakê dûr bikeve. Ji xwe rastiyeke Tirkiyeyê heye. Xwe li ser lawaziya ziman nîşan dide. Bêguman pêşdîtineke polîtîk a vê bûyerê heye."
Aydemîr ragihand ku wergirtina perwerdeyê bi zimanekî ne zimanê dayikê ji aliyê psîkolojîk ve bandora xwe ya neyînî heye û got, "Li dibistanê ji mirovan re tê gotin, tu yê bi Kurdî neaxive, bi Tirkî biaxive. Ew jî nikare xwe îfade bike, ji ber ku zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî ye. Dema ku diaxive ew bi xwe jî pê dihese ku kêm e. Ji ber ku nikare xwe baş îfade bike baweriya bi xwe, hurmeta bi xwe kêm dibe. Lewma jî xwe kêm dibîne. Mirovê ku bi herdu zimanan zane, herdu zimanên xwe jî lawaz dimîne."