Ava Gola Zirêwarê nîvenîv kêm bûye

Li gorî daneyên fermî yên Îdareya Parastina Jîngehê ya Merîwanê hat ragihandin ku rêjeya ava Gola Zirêwarê li gorî par ji sedî 40 kêm bûye.

Serokê Îdareya Parastina Jîngehê ya Merîwanê Îbrahîm Hêmmet Bolend diyar kir ku asta îsal ya ava Gola Zirêwarî li gorî par a îsal 20 milyon metre kup kêm bûye û ev jî dike ji sedî 40.

Heman rayedarî îşaret bi sedemên kêmbûna rêjeya ava golê kir û got ku hişkesaliya îsal û zêdebûna bîrên avê yên li hawîrdora golê ku bi armanca vexwarin û çandiniyê hatine kolandin sedemê vê kêmbûnê ne.

Her wiha hate gotin ku rijîna ava malan ya nava golê ku dibe sedemê pîsbûna avê û ew jî rê li ber zêdebûna qamûşên di nava golê de vedike, di kêmbûna rêjeya avê de xwedî bandor bûye.

Gelek caran rêxistinên sivîl û jîngehparêzî îşaret bi pirsgirêkên weke kêmbûyîna rêjeya avê û şewata daristanan kirine. Her çiqasî rayedarekê dewletê bi xwe êdî neçar maye behsa kêmbûna ava Gola Zirêwar bike jî lê ji bo pêşîlêgirtina felaketên bi vî rengî tiştek nehatiye kirin.