Şewata li Awûstralyayê: Dûman gihiştiye Emerîkaya Başûr
Li Awûstralyayê ji ber şewatê bi dehan kes û bi sed milyonan heywan miribûn. Hate ragihandin dûmana vê şewatê gihiştiye Şîlîyê ya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e.
Li Awûstralyayê ji ber şewatê bi dehan kes û bi sed milyonan heywan miribûn. Hate ragihandin dûmana vê şewatê gihiştiye Şîlîyê ya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e.
Ji meha Îlonê û vir ve li Awûstralyayê daristan dişewitin. Ji ber van şewatan heta niha 8 milyon hektar qad bûne xwelî. Dûmana şewatê gihiştiye Emerîkaya Başûr a ku bi hezaran kîlometreyan dûr e.
Rayedarên Şîlî û Arjantînê daxuyanî dan û diyar kirin ku dûmana şewata li Awûstralyayê gihiştiye welatê wan. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dûman ji ser Okyanûsa Pasîfîkê gihiştiye Şîlîya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e.
Ajansa meteorolojî ya Arjantînê SMN’ê jî diyar kir ku dûman piştî şeş hezar metreyan dest pê dike, îxtîmala wê tuneye ku bikeve lê ji ber dûmanê roj sor bûye.
Tê diyarkirin ku wê ewrên dûmanê xwe bigihînin heta Brezîlyayê.