Şaredariya Çewlikê ya AKP'î çavkaniya nexweşiyê ye

Şaredariya Çewlikê ya AKP'ê li hin gundên ser bi navendê ve di sala 2013'an de bi îdîaya "hilberîna enerjiyê ya dostê hawirdorê' projeyek xiste meriyetê. Lê belê proje sedema nexweşiyê ye û gefê li hawirdorê dixwe.

Sala 2019'an li navenda gundên Herragor, Havsel, Kardeşler û Qenterê bi dirûşma 'hilberîna enerjiyê ya dostê hawirdorê' projeya navenda sergo bi cih hate anîn.

Destpêkê ji bo neh salan bikaranîna navendê ji Şîrketa Enerjiyê ya ITC-KA re hate dayin. Hate ragihandin ku vê carê ji bo 29 salan bi heman şîrketê de li hev hatiye kirin.

Ji ber ku cihê sergo nêzî gundan e, dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê.

Gundiyan li hemberî vê navenda sergo dest bi kampanya îmzeyan kirin û diyar kirin ku li gundên nêzî qada sergo nexweşiya enfeksiyona li nava xwînê rû daye.

Doktor dibêjin sedema vê nexweşiyê qirêjiya li herêmê ye. Sergo her wiha zerarê dide darên fêkiyan û çandiniya li herêmê.

Gundiyan ragihandin ku sergo bi 400 metreyî dûrî gundê Kardeşler e û ji navend û navçeyên Çewlikê, her wiha ji navçeya Depê ya Xarpêtê û navçeya Licê ya Amedê çop li vî sergoyî dirijînin.

10 HEZAR ÎMZE

Kampanya îmzeyan a gundiyan li astengiya zabiteyên şaredariyê rast tê. Gundiyan diyar kirin ku armanca wan komkirina 20 hezar îmzeyî ye û heta niha 10 hezar îmze kom kirine.