Şanoya li ser Abdullah Ocalan

Şanoya bi navê ‘Hucreya ku şeva wê tune’qala jiyan û fikra siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike yê ku ji sala 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye.

Mirov 23 salan di hucreyekê de be, ev tiştekî çawa ye? ‘Hucreya ku şeva wê tune (La celda sin noche) vê pirsê dike. Qal dike ku jiyan di tecrîdê de çawa ye û berxwedan çawa di nav şertên herî dijwar de ava dibe.

Galler Irûsta di sala 2019’an de nivîsandiye û derhêner Mîreîa Gabîlondo jî lîstik derxistiye ser dikê. Di lîstikê de çar dîwarên hucreyeke îzole tê ser dike, jiyana mirovan a ku di nav qadeke biçûk de hatiye asêkirin û tê diyarkirin çawa wekî roniyeke qet venamire ya ku li ser wê binpêkirinên mafên mirovan heye.

Nivîskarê lîstikê Irûsta di sala 1995’an de li bajarê Bîlbaoyê yê Îspanyayê ji dayik bûye û ev lîstika wî ya pêşîn e. Irûsta li Madrîd, Roma û Amsterdamê li ser felsefe û fîlm perwerde stendiye û di 55 kurtefîlman de wekî derhêner, nivîskar û çêker cih girtiye. Di heman demê de li şanoyên profesyonel wekî alîkarê derhêner, derhêner û rêveberê dikê xebitiye.

RÊWÎTIYEKE HESTIYAR

Irûsta qala çîroka dîlbûna Abdullah Ocalan dike û li ser fikra wî ya siyasî, pêşniyazên wî yên siyasî û fikrên wî yên di bin tecrîda giran de dike.

Lîstik ji dêvila vegotinê, ji ser vegotinên ku qala rêwîtiya Abdullah Ocalan a di warê îdeolojîk de dike.

Sê karakterên ku fikra Abdullah Ocalan temsîl dikin, dîlbûnê û veguherîneke dilsoz a siyasî pêşkêş dike. Temaşevan nîqaşên di navbera van sê kesan de dişopîne û dikeve nav efsûna ku ligel ku li girtîgehê sînordarî hene jî fikr çawa bêdawî ne.

Ev wekî çîrokeke têkoşîna Kurdan be jî Irûsta û Gabîlondo ji ser dîlbûna Abdullah Ocalan û berxwedana wî disekinin, wekî çîroka parastina mafên mirovan li ser dikê pêşkêş dikin. Qala îxtîmala pêşerojeke demokratîk a Rojhilata Navîn dike û heke em bi baldarî lê guhdarî bikin, em dibînin dibe ku bandora xwe li dinyayê bike.

PERSPEKTÎFA HERÎ BALKÊŞ A DEH SALÊN DAWÎN

Irûsta li ser motîvasyona nivîsandina vê lîstikê vî tiştî dibêje “Li gorî min di van dehan salên dawîn de di warê fikra siyasî ya global de xwedî perspektîfa herî balkêş e. Min xwest ji bo Ewropayê jî fikrên siyasî û pêşniyazên Abdullah Ocalan par ve bikim. Nivîsandina vê lîstikê tê wateya ku qala rewşa surrealîst a Abdullah Ocalan, binpêkirina mafên mirovan a ku dewleta Tirk her dem dike û durûtiya Yekîtiya Ewropayê û dinyayê bikim.”

Irusta got “Kesekî ku di nav qadekê de hatiye girtin, gelo di nava wî de çi heye? Mirov çawa dikare îdealên xwe yên siyasî ji binî ve red neke û nekeve dogmatîkbûnê û biguherîne? Li cihekî ku hûn bi tenê lê ne wê guherîn çawa pêk were? Di cîhana we ya hundirîn de nakokî, şer, nîqaş û têkoşînên çawa hene? Kesekî ku her dem li ser wî bêedaletî heye gelo çawa dikare xwe  bigihîne wê encamê ku tekane pêşeroj demokrasiya yekser, femînîzm û konfederalîzm e?”

Irûsta wisa qala armanc û bendewariya xwe ya ji lîstikê dike “Hêvîdar im li dinyayê rêyek heye ku xebatên Abdullah Ocalan û jiyana wî li dinyayê were parvekirin û xwedî lê were derketin. Armanca min a pêşîn ev e ku ez fikrên wî yên siyasî û pêşniyazên wî bigihînim cîhanê, ya duyemîn vê rewşa neheq ragihînim û ya sêyemîn jî cesaret û berxwedana wî ragihînim. Hêvîdar im ev lîstik karibe tiştên ku ew dijî ragihîne. Wê ji bo min rûmetek bûya ku haya wî ji vê lîstikê hebûya. Xwezî ev tişt bidîta.”

‘Hucreya ku şeva wê tune’ ji aliyê ‘Dramaturjiyên nû’ ya ji aliyê sê şanoyên şaredariyên Bilbao, Donostia / San Sebastian û Vitoria-Gasteiz hate avakirin. Lîstik bi hevkariya her sê şano û Wezareta Çandê ya Kosta Rîka û Antzerkîzê hatiye amadekirin.

Destpêkirina navneteweyî ya lîstikê li San Jose ya Kosta Rîkayê hate kirin û di Adara 2023’an de wê li welatê Baskê biçe tûrneyê.