19 welat wê enerjiyên fosîl ên derweyî welat fînanse nekin!

DYE û Kanada jî di nav de 19 welatan ragihandin ku wê heya dawiya sala 2022’an wê projeyên ku teknîkên wan ên dijî belavbûna karbonê nebin fînanse nekin.

Di lûtkeya avhewayê ya COP26 ya li Glasgow’ê 19 welatan daxuyaniyeke hevbeş dan û gotin, “Sermayeguzarîkirina li ser projeyên enerjiya fosîl ya weke heyî, her ku diçe rîskên civakî û aborî zêdetir dike û bandorên nerênî li ser dahata dewletê, îstîxdama herêmî, ferzên bacê û tendirustiya gel heye.”

Welatên endamê G20’ê beriya niha bi demekê rawestandina projeyên santralên elektrîkê yên bi komirê dixebitin pejirandibû.

Roja Pênceşmiyê plana ku 19 welatan bi hewldana Londrayê eşkere kirin, cara yekem gaz û petrolê nagire nava xwe û vaat tê dayin ku vê pereyê bidin enerjiyên ku dikare bên nûkirin.

Di planê de ji bo parastina armanca sînordarkirina germahiya +1.5 derece ya global ya ku di Peymana Parîsê de hatî diyarkirin, girînge ku piştgiriya fînansî ya navnetewî ya ji bo projeyên eneriya fosîl bê dawîkirin.

Li gorî Ajansa Enrejî ya Navnetewî (UEA), ji bo domandina armanca +1.5 °C’ê pêwîste demildest hemû fonên ji bo projeyên nû yên sûtemeniya fosîlî bên rawestandin.

Encax li gorî Rêxistina Guherîna Petrolê ya Navnetewî di navbera salên 2018 û 2020’an welatên G20’î bi serê xwe piraniya van projeyên 188 milyar dolarî bi rêya bankayên geşedanê yên pir alî ve fînanse kirine.

Dîrektorê Tora Çalakiya Avhewa ya Navnetewî Tasneem Essop peymana 19 welatan wiha nirxand: “Ev daxuyanî gavekî ku di aliyê rast de hatiye avêtin.”

Essop her wiha got, “Encax ji bo vê yekê bankayên geşedanê yên pir alî jî di navê de pêwîste bi rengekî ku hê bêhtir hikumet û saziyên fînansê jî bigire nava xwe bê berfirehkirin.”