Yewnanistanê di mijara Tirkiyeyê de daxwaza civîneke bilind kir

Piştî ku Tirkiyeyê keştiya sondajê şand rojhilatê Derya Spî, Yewnanistanê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku li ser mijarê bi rengekî lezgîn civîneke bilind pêk bîne.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, piştî ku keştiya sondajê ya Tirkiyeyê kete nava liv û tevgerê, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku li ser Tirkiyeyê civîneke awarte pêk bîne.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku çavkaniyên xwe dispêre buroya Mîçotakîs, "Wezareta Karên Derve wê ji Konseya Wezîran a Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê daxwaza civîneke bilind bike."

Keştiya Tirk ji bo li sotemeniyê bigere roja Duşemê berê xwe da qadeke navbera girava Gîrîtê ya li başûrê Yewnanistanê û Qibrisê. Li gel keştiya sontajê her wiha pênc keştiyên şer jî hene.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve de bang li dewleta Tirk hate kirin, ku dawî li karên xwe yên 'îllegal' bîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yewnanistan wê serê xwe li ber şantajê netewîne. Wê mafên xwe yên serwerî û serdestiyê biparêze."