Yewnanistan: Du balefirên şer ên Tirkiyeyê bi derqanûnî ketin qada me ya hewayî

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê diyar kir ku du balefirên şer ên Tirkiyeyê bi derqanûnê ketine qada wan a hewayî û got “Ev provokasyon e.”

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Piştî ku du balefirên şer ên Tirkiyeyê serweriya Yewnanistanê bin pê kirin, me ev rewş protesto kir.”

Hate diyarkirin li ser talîmata Wezîr Nîkos Dendîdas, Sekreterê Giştî yê Wezaretê Themîstocles Demîrîs protestoya xwe gihandiya sefirê Tirkiyeyê yê li Atînayê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê balefirên şer ên Tirkiyeyê bi qasî 2,5 mîla behrê nêzî bendergeha Aleksandrûpolî (Dedeagac) a ku nêzî sînorê Tirkiye û Yewnanistanê bûye.

Wezaretê diyar kir ev binpêkirin tê wateya ku Tirkiye dixwaze provokasyonê zêe bike û got “Ev tişt li hemberî Yekîtiya Ewropayê jî gefeke mezin e û qaîdeyên sereke yên hiqûqa navneteweyî jî bin pê dike.”

Atîna û Ankara yên ku her du jî di nav NATO’yê de ne, di navbera wan de pirsgirêk hene. Di salên dawîn de ji ber ku Tirkiye li bakurê Behra Spî bi awayekî derqanûnê xebatên xwe yên sondajê didomîne, têkiliya wan ne baş e. Atîna gelek caran diyar dike ku balefirên şer ên Tirkiyeyê qada wan a hewayî bin pê dike.