Stéphane Séjourné di daxuyaniyê de got, Yekîtiya Ewropa wê pêşniyarê ji Donald Trump re bike ku hîn bêhtir razemeniyê li ser parastinê bike û di berdêla vê yekê de jî ji Trump bixwaze ku şerekî bazirganiyê nede destpêkirin.
Séjourné yê ji radyoya France Inter re axivî, ev tişt bilêv kir: “Em nikarin hem şerekî ticaretê bimeşînin, hem jî Ewropayeke ji bo parastinê ava bikin.”
Li gorî Séjourné, peymaneke ku bi Dewletên Yekbûyî re bê mohrkirin wê bê wateya 'dûrketina ji parastinê' ya Ewropayê û 'Li gel NATO'yê pejirandina garantiyên ewlekariyê yên Ewropayê'.
Séjourné got, “Lê belê di rewşeke welê de ku şerekî ticarî li ber derê me ye, em nikarin vê yekê bikin.”
Séjourné bal kişand ser alîkariyên ji bo Ûkraynayê hatine kirin û got, “Eger li ser vê yekê em şerekî ticarî bimeşînin, bi taybetî li eniya Rojhilat em ê nekarin bi rengekî bi bandor xwe organîze bikin.”
Endamê Komîsyona Ewropayê ji bo pirsa “ji şerekî ticarî re Ewropa wê bi ‘karanîna hêz-tundiyê’ bersiv bide yan na”, got, “Ez nikarim bersiva we bidim.”
Séjourné diyar kir ku eger dahatiyên gumruka ji bo berhemên Emerîkayê bên zêdekirin, wê Ewropayî zirarê bibînin û got, hevsengiya ticaretê ya bi DYE’yê re wê li gorî sûdê Ewropayiyan be.
Séjourné got, “Du stratejiyên muhtemel hene; nêzîkatiyeke êrîşkar an jî nêzîkatiyeke parêzvantiyê. Em dikarin bi dahatiyên gumrukê bersivê bidin, lê wê Ewropayî berdêla vê bide.” Séjourné şîrketên Ewropayî yên ku ji Boeing parçeyê cîhgir kirîne, weke mînak nîşan da.
Séjourné ev yek jî li axaftinên xwe zêde kir: “Eger pêwîst bike, em ê dest bi êrîşê bikin û divê em radîkal bin.”