Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn
Gerîlayên YJA Starê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) de axivîn û gotin, wê xeta Zîlan her tim ji xwe re bikin esas.
Gerîlayên YJA Starê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) de axivîn û gotin, wê xeta Zîlan her tim ji xwe re bikin esas.
Gerîlaya YJA Starê Jînda Zerdeşt di şexsê Zîlan de şehîdên azadiyê bi bîr anî û têkildarî wateya çalakiya Zîlan got, “Hevala Zîlan şervaneke ji salekê bû. Di demeke kurt de Rêbertî nas kir û berê xwe da çalakiyeke mezin. Hevala Zîlan weke ku Rêbertî got, çalakiyeke tinekirina xwe nekir, çalakiya wê jinûve avakirina jiyanê bû. Ji bo jiyaneke azad ev çalakî pêk anî.”
Jînda Zerdeşt got, “Weke gerîlayên YJA Starê em her tim xeta hevala Zîlan ji xwe re dikin esas” û anî ziman ku ev xet xeta fêhmkirina rast û bicihanîna Rêber Apo ye.
Ji gerîlayên YJA Starê Viyan Dilsoz jî şehîd Zîlan bi van gotinan bi bîr anî: “Çalakiya hevala Zîlan dagirker xist nava şoqeke mezin. Dema mirov li ser difikire ji xwe dipirse, ‘Hevala Zîlan çawa karîbû çalakiyeke ewqasî mezin bike? Lê mirov fêhm dike ku ji ber hevala Zîlan Rêbertî rast fêhm kir, çalakiyeke ewqasî mezin kir.”
Viyan Dilsoz bal kişand ser bandora şehîd Zîlan li ser jiyana wê û got, “Hevala Zîlan ji bo jiyana me sembola ruhekî azad e, sembola jiyana azad e, sembola xwebûn e. Divê her yek ji me xwe bike Zîlan, ev yek wê xwendin û fêhmkirina Rêbertî bibe.”