YE li ser mijara Brexîtê xwe ji 'ya xirab' re amade dike

Komîsyona YE'yê li bara Brexîtê ku hê nediyar e bê ka wê çawa pêk were, hişyarî da  saziyên rayedar û şîrketên Ewropayê û got, divê 'ji ya xirab re' hazir bin.

Hê nayê zanîn bê ka referandûma Brexîtê wê çi bi xwe re bîne, ku Hezîrana 2016’an Brîtanya biryar dabû ku bi Brexîtê re ji Yekîtiya Ewropayê (YE) vekişe. Bêhtir ew fikar hene ku Brexît ji bo herdu aliyan encamên 'kaotîk' bi xwe re bîne.

KOMÎSYONÊ JI BO REWŞA KAOTÎK HIŞYARÎ DA

Komîsyona YE'yê jî hişyarî da saziyên rayedar ên welatên endam û şîrketan. Di belgeyeke 18 rûpelî de, ya ku Komîsyonê weşandiye, tê gotin, li gel Plana Brexîtê ku hikûmeta Brîtanya hefteya bihurî weşandî, dibe ku encamên giran çêbibin. Bi taybetî pirsên sînorên Bakurê Îrlanda-Îrlanda wê çawa bin û cihê Brîtanya heta 2020'an, heta pêvajoya derbasbûnê wê çawa be, bi temamî zelal nebûye.

Komîsyon di belgeyê de her wiha balê dikişine ser helwestên tund ên dijberî YE'yê, yên piştî plana ku Serokwezîra Brîtanya Theresa May ragihandî.

Komîsyonê ji ber vê got, divê hem saziyên welatên endam û hem jî şîrket ji bo senaryoya xirab xwe hazir bikin.

HER ÇENDÎ 80 JI 100'Î HATIBE GOTÛBEJKIRIN JÎ HIN XAL FIKARAN ÇÊDIKIN

Her çendî bi giştî danûstandina biencam bûbin jî derbarê Brexîtê ku 1'ê Nîsana 2019'an wê dest pê bike, hin fikar hene. Yek ji van xalan jî ew e bê ka statûya welatiyên welatên YE'yê û Brîtanyayê li bara hev wê çawa bin.

Her wiha tê texmînkirin ku kontrolên gumrikê ku wê di navbeyna YE û Brîtanyayê de werin danîn, wê zorê li wê bazirganiyê bike ku ev 45 sal in ketibû nav hev û ziyaneke mezin wê ji bo şîrketan çêbibe.

Têkiliyên bazirganiyê yên di navbeyna YE û Brîtanyayê de weke li welatên sêyem dibe, bi rêgezên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO) ve were diyarkirin û ev jî wê têkiliyên bazirganiyê qels bike. Her wiha Brîtanya hemû avantajên peymanên bazirganî ku YE'yê bi welatê sêyem re dikir wê winda bike. Brîtanya wê ji derfetên krediyê ku YE'yê dida û bernameyên wê nikaribe sûd werbigire.

Ji ber peymanên balafiregehan jî wê betal bibin fikareke din ew ku trafîka rêya hewayî ya Brîtanya wê ziyanê bibîne.