Xwîn çû ser mejiyê lîderê FARC'ê
Xwîn çû ser mejiyê lîderê Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) Tîmoşenko.
Xwîn çû ser mejiyê lîderê Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) Tîmoşenko.
Hat ragihandin, lîderê FARC'ê yê 58 salî niha li klînîkeke bajarê Vîllavîcencîo yê li navenda Kolombiyayê di beşa lezgîn de ye.
Rayedaran Klînîkê Lydîs Herrera anî ziman, ku axaftina Tîmoşenko qels bûye, milê wî yê rastê ditevize, lê belê rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Rayedar diyar kir, 90 ji sedî rewşa tenduristiyê ya Tîmoşenko baş bûye.
Hat gotin, lîderê gerîla Tîmoşenko weke tedbîr wê di servîsa lezgîn de bê hiştin.
Doktorê ku Tîmoşenko tedawî kir Îvan Ramîrez got, lîderê FARC'ê li ser hişê xwe ye.
FARC'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, rewşa tenduristiyê ya Tîmoşenko bi îstiqrar e. Lîderê FARC'ê nasnavên Rodrîgo Londono, Tîeleon Jîmenez û Tîmoşenko bi kar tîne.
Ev bûyer, piştî ku tevgera gerîla çekên xwe teslîm kir, rû da.
Çekên gerîla di 27'ê Hezîranê de bi merasîmekê hatibû teslîmkirin. Bi qasî 7 hezar gerîlayan, çekên xwe radestî heyeta çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî kiribûn.
Ev gav, di çarçoveya peymana aştiyê ya Mijdara 2016'an de hate aêtin.
Tîmoşenko li merasîmê axivî bû û gotibû, "Ji çekan re oxir be, tu bi xêr hatiye aştî."