Xwepêşandanên li Basrayê dewam dikin
Li bajarê Basra yê Iraqê, xwepêşandêr danê vê sibehê jî daketin qadan û pirsgirêkên aboriyê protesto kirin.
Li bajarê Basra yê Iraqê, xwepêşandêr danê vê sibehê jî daketin qadan û pirsgirêkên aboriyê protesto kirin.
Bi sedan kes li ber bîrên petrolê yên li bakurê Basrayê li hev civiyan û pirsgirêkên xizmetên elektrîk û avê şermezar kirin.
Xwepêşandêran xwestin kar ji hezaran bêkaran re bê dayin û xizmet ji gel re bê kirin.
Xwepêşandanên li bajarê Basra yê Iraqê meha Tîrmehê dest pê kirin. Ji hingî ve zêdeyî 30 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin.