Xwepêşandanên Iraqê bi aliyekî din ve diçin

Xwepêşandanên li Iraqê ku 8’ê Tîrmehê dest pê kirin hefteya duyan li pey xwe hiştin. Haziriyên ji bo çalakiyên li Diyalayê wê fikrê çêdike ku pêvajo wê bi hêleke din de bişemite.

Ji ber polîtîkayên hikûmeta Iraqê yên aborî, bêkarî, kêmbûna xizmetê, elektrîk , avê 8’ê Tîrmehê di serî de li Besrayê xwepêşandan dest pê kirin û di demeke kurt çalakî li gelek bajarên başûrê Iraqê û li hin taxên Bexdayê berbelav bûn. Li gel hemû tevdîrên ewlehî û aborî yên Serokê Iraqê û desteya vezîran jî xwepêşandan nesekinin. Piştî ku tevdîr bikêr nehatin qedexeya derketina derve hate rakirin. Lê piştî qedexeya derketina derve hate rakirin li Kerbela, Necef û Basrayê gelek xwepêşandêr hatin destgîr kirin. Li gel vê jî xwepêşandan kêm nebûn û diyar e ku wê li gelek bajarên dî berbelav bibe.

HEWLDANA EBADÎ BIKÊR NEHAT

Ebadî ji bo ku dawî li xwepêşandan were gelak daxuyanî dan. Daxuyaniya pêşî bi rengê gefxwarinê bû, ku gotibû, ‘di nav xwepêşandêran de hin kom hene, berê xwe didin saziyên dewlêtê’’. Lê li gel vê jî xwepêşandaran guh neda gefa Ebadî û xwepêşandan li bajaarên dî berbelav bûn. Ebadî ji bo ku pêşî li çalakiyan bigire ragihand ku ji bo Besrayê 3 milyar dolar bûdçe terxan kirine. Lê ev jî bikêr nehat. Piştre yekîneyên ewlehî civiyan û hêza zêde şandin ser wan bajarên ku xwepêşandan lê hebûn. Xwepêşandan dîsa jî qels nebûn û herî dawî şevê dî Ebadî bi daxuyaniyekê bal kişande ser ewlehiya jiyanê ya çalakvanan û got li tevahiya welêt wê ewlehî were sazkirin.

Ebadî got ji ber sedema kêşeya ewlehiyê Iraqê pir êş kişandiye û got, ‘’Em giringiyê didine daxwazên xwepêşandêran. Heta ku ji me were em ê hewl bidin bibin bersiv lê ew hêza me tine ku ji hemû daxwazan re bibin bersiv’’ û xwest ku çalakgar li rewşa aborî, siyasî û ewlehiya welêt bifikirin.

DI XWEPÊŞANDANAN DE HÊLEKE NÛ

Agahî hat ku li gel xwe hazir dike ku li Diyalayê jî derkeve kuçe û kolanan. Midûriyeta Emniyetê ya Diyalayê piştrast kir ku gel ji bo ku derkeve kolanan ji saziyên têkildar destûrê dixwazie. Midûrê Polîsan ê Diyalayê Feysel Ebadî got xwepêşandaran gelek serlêdan li wanw kirine lê bersiva redê dane hemûyan. Agahî hene ku xwepêşandanên li Diyalayê wê bi girtina deriyê sînorê ku li Îranê vedibe dest pê bike. Ji ber vê rewşê jî pirseke wiha tê hişê mirov ku berteka xwepêşandanan Îran ji xwe re kiriye hedef. Ji ber ku beriya bi çend rojan Wezîrê Enerjiyê yê Iraqê gotibû li deverên ku xwepêşandan lê hene sedem birîna elektrîkê ya bi destê Îranê ye.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê destûra fermî nedan ku li Diyalayê xwepêşandan dest pê bikin. Her wiha ji bo xwepêşandan li Diyalayê neyên kirin, li bajar û navçeyan bi cih bûn. Li Diyalayê xwepêşandanên bê destûr hatine qedexekirin û hate ragihandin ku kesên derkevin kolanan wê ji aliyê polîsan ve tên destgîrkirin. Tevî vê yekê jî tê gotin ku gel bi biryar e.

HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKUMETA NÛ JI BER XWEPÊŞANDANAN RAWESTIYAN

Di ser hilbijartinên parlamenta Iraqê re ku 12'ê Gulanê pêk hat, zêdeyî du meh derbas bûn. Tevî ku encamên fermî hîn nehatine eşkerekirin jî, di nava du mehan de hewldanên ji bo avakirina hikumetê dewam kirin. Lîderê lîsteya ku di hilbijartinê de bi ser ket Muqteda El Sadr, ji bo avakirina hikumetê hin hevdîtin kir. Bi Iyad Elawî, Hadî Amîrî, Amr Hekîm û herî dawî jî bi Haydar Ebadîr e li ser avakirina hikumeta nû li hev kiribûn. Piştî ku xwepêşandanan dest pê kirin û belav bûn, hewldanên ji bo avakirina hikumeta nû jî rawestiyan. Li gorî hin hêzan, ji bo krîza li Iraqê girantir bibe, ev xwepêşandan hatine destpêkirin. Ku hikumeta nû ya li Iraqê bê avakirin divê hikumeteke be ku hem dilê Îranê hem jî yê DYA xweş bike. Ji ber ku ev yek zehmet e, tê gotin ku tiliya her du welatan di xwepêşandanên Iraqê de heye.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BANG KIR

Piştî ku xwepêşandan kete hefteya duyemîn, Nûnerê Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) Jan Kûbîs doh bang kir ku divê bi lezgînî hikumeta nû ava bibe.

Kûbîs diyar kir ku divê hikumet xwepêşandêran biparêze û hikumeta nû bi lez û bez bê avakirin.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî li ser kuştina xwepêşandêran fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku divê hêzên ewlekariyê serî li şîdetê nedin.

GELO PÊWENDIYA SEWQIYATA DYA BI XWEPÊŞANDANA HEYE?

DYA ku xwe ji bo destwerdana li Îranê amade dike, di demekê de ku li Iraqê xwepêşandan tê kirin leşker şand herêmê. Vê yekê rê li ber pirsa 'Li Iraqê jî dor li Îranê tê girtin' anî bîra mirovan. Di vê sewqiyata DYA ya li Rojhilata Navîn de, balafira F-35B wê yekemcar ji aliyê welatekî ve di şer de bê bikaranîn. Vê yekê jî bi xwe re rê li ber şîroveyên nû vekir. Hin derdor dibêjin, pêwendiya vê liv û tevgera DYA bi xwepêşandanê li Iraqê heye. Tê gotin, DYA bi rêya van xwepêşandanan dixwaze bandora Îranê ya li Iraqê kêmtir bike û ji bo destwerdanê amadekariyan bike.

Zehmet e ku mirov niha bêje ev nirxandin çiqasî raste ya jî ne rast e. Ev yek weke destpêka pêvajoyeke nû ya li Iraqê tê nirxandin. Beriya bi çend salan li herêmên Sûnî xwepêşandanên bi heman rengî hatibûn kirin. Rêveberiya Iraqê bi tundî dest li van xwepêşandanan werdabûn. Eger xwepêşandan bêhtir radîkal û hîn girseyî bibin, tê gotin ku dibe li herêmên Sûnî jî ji nû ve xwepêşandan dest pê bikin. Xwepêşandanên li herêmên Şîa dest pê kirin, eger li herêmên Sûnî belav bibin û her du bibin yek, dibe ku li Iraqê kaoseke nû ya sîstemê dest pê bike.