Xwedekarên Cezayîrî ji bo ‘dewleteke sivîl’ daketin qadan

Paytexta Cezayîrê jî di nav de li gelek bajaran xwendekarên zanîngehê daketin qada, daxwaza dewleteke sivîl kirin.

Li paytexta Cezayîr bi hezaran xwendekar û mamoste, li dijî hilbijartina serokkomariyê ya ku tê payîn ku wê 4’ê Tîrmehê bêkirin, meşiyan.

Li ser astengkirina polîsan a li pêşiya Postexaneya Mezin a ku berê hatibû diyarkirin ku wê navnîşana çalakiyan be, li pêşiya avahiya hikûmetê çalakî hate kirin.

Di çalakiya li pêşiya servîsên Wezareta Karê nHundir û Serokwezîriyê hate kirin de, bi demkî alozî navbera polîsan û çalakvanan de derket. Polîsan bi jop û gazê êrîş bire ser çalakvanan. Xwendekaran piştre meşa xwe domandin.

Di meşê de dirûşmên ‘Ji hilbijartina çete ya mafyayê re na’ û ‘Ne dewleteke leşkerî, dewletek sivîl’ qîr kirin. Çalakvanan bi dirûşmên xwe Serfermandarê Giştî Ahmed Gaîd Salih ê bi fîlî rêveberiya welat girtiye dest kirin hedef. Dirûşmên ‘Gaîd Salih bicehenime’ û ‘Gel û artêş biran e, lê Gaîd Salih îxanetkkar e’ qîr kirin.

Xwepêşandana çalakvanan kiribû ku desthilata Abdulazîz Bûteflîka yê 20 sal bû li ser desthilatê 2’yê Nîsanê îstifa bike. Bi vê îstifayê re Gaîd Salih dest danî ser desthilatê. Salih bi daxuyaniya roja Duşemê dabû, daxwazên bingehîn ên tevgera gel redkiribû.

Li gorî çapemeniya Cezayîrê xwendekar li bajarên Oran, Konstantîn, Bejaîa, Tîzî Ûzû, Sîsî Bel Abes, Monstaganem û Tlemcemê jî daketine kolanan.