Xisar li nîvê Beyrûdê bû, 300 hezar kes bêmal man

Li paytexta Lubnan Beyrûdê, ji ber teqînên roja Sêşemê yên li bendergehê derdora 300 hezar kes bêmal man.

Li gorî bîlançoya dawî ya teqînên li Beyrûdê herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 4 hezar kes birîndar bûn.

Serokwezîr Hasan Dîab diyar kir ku teqîn ji ber 2 hezar û 750 ton amonyûm nîtrat ên bêtedbîr li bendergehê hatine depokirin, pêk hatiye. Li welêt şîna neteweyî hate ragihandin.

Di vê navberê de Waliyê Beyrûdê ragihand ku piştî teqînê 300 hezar kes bêmal mane.

Her wiha derdora 3 milyar dolarî xisar li bajêr bûye.

Walî Merwan Abbûd ji AFP'ê re axivî û got, "Nêzî nîvê Beyrûdê xera bû yan jî xisar lê bû."