Xelkê Kolombiyayê serî hilda: Her tişt ji me standin, tirsa me jî!

Li Kolombiyayê çalakiyên ku ji bo şermezarkirina pêşnûmeya reforma bacê dest pê kirin, veguherî serhildana li dijî hikumetê. Heta niha herî kêm 37 kes hatine kuştin. Welat li ber teqînê ye.

Ji 28'ê Nîsanê û vir ve li Kolombiyayê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Çalakî li dijî pêşnûmeya hikumetê ya têkildarî reforma bacê dest pê kir. Ji ber çalakiyan Serokwezîrê rastgir Ivan Duque neçar ma paşve gavê biavêje û pêşnûme vekişand. Lê belê bi rengekî balkêş tundiya dewletê zêde kir.

Ev jî bû sedem ku çalakî berfireh bibin. Xwendekar, sendîkavan, karkerên ragihandinê, tevgerên xwecihî, gundî, Afroyî li çar aliyên paytext Bogotayê herikîn qadan.

Çalakger bi giranî ji ciwanan pêk tên. Li bajarê Calî ku çalakî lê berfireh in, polîsan êriş kirin. Li Calî xizanî ji sedî 36.3'ê ye û gelek caran bûyerên kuştinê lê diqewimin.

Çalakiyên şermezarkirinê di demeke kurt de li tevahiya welêt belav bûn. Hema bêje li h er cihî bend hatin danîn.

Dîmenên ku li medya dîjîtal tên parvekirin nîşan didin ku rewş metirsîdar e. Bedenên bi xwîn ên li erdê dirêjkirî, destwerdana polîsan a bi çekên giran, gulereşandina polîsan, avahiyên di nava êgir de û teqîn.

Di encama tundiya dewletê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî hezar kes jî birîndar bûn. Rêxistina civakî ya sivîl Tembloresê ragihand ku heta niha 1708 carî hêzên ewlekariyê tundî kirine. Tê ragihandin ku bi sedan kes hîn jî winda ne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî destwerdan û zilma polîsan da û xwest, zilma li çalakgeran tê kirin bi dawî bibe û tavilê dawî li eşkerîkirina navendên bajêr bê anîn.

Kolombiya di bin rêveberiya rastgiriya tund de ketiye nava pirsgirêkên giran ên siyasî, aborî û civakî. Lîderên civakî jî tên hedefkirin û qetilkirin, komkujî tên kirin. Ji Mijdara 2016'an û vir ve piştî ku bi tevgera gerîla ya mezin FARC'ê re peymana aştiyê hate mohrkirin herî kêm 272 gerîlayên berê hatin qetilkirin. Derba ku li vê peymanê hatiye xistin, hesteke welê dide civakê ku êdî tiştekî winda bike nemaye.

Ji ber şewbê li Kolombiyayê zêdeyî 75 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Hatineya safî ya welêt sala 2020'î bi rêjeya ji sedî 6.8 kêm bû û bêkarî bi rêjeya ji sedî 16.8 zêde bû, xizanî gihîşt asta ji sedî 42.5'an.

Li çalakiyan pankarta bi nivîsa "Her tişt ji me standin, tirsa me jî". Ev jî nîşan dide ku welat li ber qutbûnekê ye.