Xebatkarên rêyên hesinî yên Portekîzê ketin grevê

Xebatkarên rêyên hesinî yên Portekîzê, ji bo şert û mercên wan ên kar baştir bibe, ketin grevê. Grevê bandoreke giran li seferên trenê kir.

Ji ber greva 24 saetan, îro heta saet 08'an ji 259 seferên trenê tenê 89 pêk hatin.

Berdevka şîrketa rêyên hesinî Comboîosê Ana Portela diyar kir, seferên trenê yên navbera herêman û yên xeta trenên mezin bi temamî sekinîne.

Koordînatorê sendîkaya sereke ya sektora ragihandinê Jose Manûel Olîveîra got, grev serketî ye.

Karker, ji bo başkirina şert û mercên kar û mûçeyekî baştir bi Comboîosê û şîrketên din ên cemaweriyê re danûstandinan dike.

Sendîka nerazîbûnê nîşanî hikumetê didin ku danûstandinan dixitimîne. Wezîrê Binesaziyê Pedro Marqûes jî diyar kir, di hevdîtinan de gav hatine avêtin û hevdîtin wê dewam bikin.