Xebatkarên rêya hewayî dest bi grevê dikin

Li paytexta Fransa Parîsê sendîkayên nûnertiya xebatkarên rêya hewayî dikin, dan zanîn ku wê dawiya hefteyê dest bi grevê bikin. Sendîka di vê dema enflasyonê de daxwaza zêdekirina heqdestan dikin.

Betlaneya Havînê bi grevê destpê kir. Li Parîsê xebatkarên du balafirgehên mezin Roîssy-Charles-de-Gaûlle û Orlyê, li ser banga 7 sendîkayan biryar dan ku dest bi grevê bikin.

Midûriyeta Giştî ya Hewayî ya Sivîlan, bang li şîrketên rêya hewayî kir ku bila ji roja Înê û şûn ve hêjmara rûniştin û firîna balafiran li balafirgeha Roîssy-Charles-de-Gaûlle ji sedî 17 bê kêmkirin. Ev jî tê vê wateyê ku di hatina dawiya hefteyê de nêzî 100 seferên hewayî hatine taloqkirin.

Grev bi taybetî jî komên agirkujan ên balafirgeha Roîssy-Charles-de-Gaûlle bandor dike. Ji ber greva agirkujan, koma balafirgeha Parîsê ADP’ê neçar ma ku 4 balafirgehan bigire.

Hat diyar kirin ku dibe astengî heta dawiya hefteyê jî dom bikin. Sendîkayan bang li xebatkaran kirin ku ji roja Înê heta roja Yekşemê di grevê de bimînin.

Ji bo ku xebatkar bikarin ji enflasyonê bandor nebin, daxwaz dikin ku bi giştî heqdestê wan ji sedî 10 bê zêdekirin, dawî li girtina yên nû ji bo kar û tedbîrên mezaxtinê yên ku di dema krîza tenduristiyê de ji aliyê ADP’ê ve hatî erê kirin, bê anîn. Di tedbîrên mezaxtinê yên navborî de, kêmkirina ji sedî 8 a heqdestan heye.

Li gorî sendîkayan ji destpêka krîza Covîdê û vir ve gelek kes ji kar hatin derxistin. Ji ber vê sedemê gelek xebatkar neçar dimînin ku karê sê kesan bike.