Wikipediayê, ji bo qedexeya li Tirkiyeyê serî li DMME’yê da

Ansîklopediya înternetê Wikipedia, beriya du salan li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin. Rayedarên Wikipediayê li hemberî vê biryara Tirkiyeyê serî li DMME’yê dan. 

Li Tirkiyeyê ku veguheriye welatê qedexe û sansuran, gelek malper û tevnên civakî hatine qedexekirin. Yek ji van jî ansîklopediya înternetê Wikipedia ye. Wikipedia, 29’ê Nîsana 2017’an bi hinceta ku du mijarên dijberê rejîma Erdogan parve kirine, hatibû qedexekirin. 

Rejîma Tirk, ji Wikipediayê xwestibû ku van mijaran rake lê belê Wikipediayê qebûl nekiribû. Lewre rejîma Erdogan li Tirkiyeyê malper qedexe kiribû. 

Di naverokên navborî de ku li Tirkiyeyê bûyî sedema qedexekirina malperê, hatibû gotin ku Tirkiyeyê şerê li Sûriyeyê daye destpêkirin û piştgiriya rêxistinên terorîst dike. 

Wikipediayê, li ser biryara qedexekirina malperê ya li Tirkiyeyê serî li DMME’yê da û li dijî vê qedexeya Tirkiyeyê doz vekir. 

Weqfa Wikimediayê diyar kir ku piştî serlêdanên dezgehên hiqûqa navxweyî hatine qedandin, serî li DMME’yê dane.