Wezîrên derve yên YE'yê mueyîdeyê li ser Rûsyayê erê kirin
Li Parîsê wezîrên derve yên 27 welatan di civîneke taybet de pêşniyarên Komîsyona YE û Wezareta Derve erê kirin.
Li Parîsê wezîrên derve yên 27 welatan di civîneke taybet de pêşniyarên Komîsyona YE û Wezareta Derve erê kirin.
YE, ji ber zêdebûna aloziya Ukraynayê, mueyîdeyê nû li ser Rûsyayê ferz dike. Li Parîsê di civîneke taybet de, wezîrên derve yên 27 welatan pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Wezareta Derve erê kirin. Tê payîn ku tedbîrên cezakirinê vê hefteyê, piştî ku amadekariyên teknîkî qediyan, bikeve meriyetê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de kiryarên tên hedefkirin wiha hatin ragihandin:
*Naskirina "Komarên Gel" û şandina leşkerên Rûs ji bo hin deveran li ber çavê Yekîtiya Ewropayê " neqanûnî ye û nayê qebûlkirin" Ji ber vê yekê Komîsyon dixwaze der barê kesên ku di van biryaran de cih digirin de bikevin nava tevgerê.
*Bankeyên ku operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li van herêman fînanse dikin dê bên cezakirin.
*Divê dewleta Rûsyayê û hikûmeta Rûsyayê ji bo sermaye, bazarên darayî û xizmetguzariyê yên YE‘yê bê astengkirin. Armanc; "sînordarkirina fînansmana tedbîrên zêde û êrîşkar".
*Komîsyon dixwaze qedexeyên bazirganiyê ji bo şerkirina "herêmên veqetandî" bikar bîne. Kesên berpirsyar " divê bi zelalî encamên aborî yên kiryarên xwe yên neqanûnî û êrîşkar hîs bikin".