Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê: Her roj 100 leşkerên Ukraynayê dimirin

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksey Reznikov ragihand ku her roj nêzî 100 leşkerên Ukraynayê tên kuştin û 500 leşker jî birîndar dibin.

Wezîrê Parastinê Reznikov di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di şerê bi Rûsyayê re her roj bi dehan leşker dimirin.

Reznikov got, "Her roj, nêzîkî 100 leşkerên Ukraynayê dimirin û nêzîkî 500 leşker jî birîndar dibin."

Serokkomar Volodymyr Zelensky di 1’ê Hezîranê de gotibû ku her roj di navbera 60 û 100 leşkerên Ukraynayê de tên kuştin.

Li gorî çavkaniyên rojavayî di vî şerî de hêzên Rûsyayê jî derbeyên giran xwarin. Hikûmeta Ukraynayê di meha Gulanê de îdia kiribû ku ji destpêka şer û vir ve zêdetirî 30 hezar leşkerên Rûsyayê mirine. Ne pêkan e ku meriv vê agahiyê ji çavkaniyên din rast bike. Rûsya jî derbarê leşkerên xwe de daxuyaniyên zelal nade.

Ji aliyê din ve, li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê ku di 24’ê Sibatê de dest pê kir heya niha nêzîkî 5 milyon Ukraynayî wek penaber li seranserê Ewropayê bi cih bûne.

Komîseriyê got: "Şerê li Ukraynayê li cîhanê bûye sedema yek ji mezintirîn qeyranên koçberiya mirovahiyê pêk were."