Wezîrê Karê Derve yê Misrê: Erdogan kujer e

Wezîrê Karê Derve yê Misrê Semîh Şukru li dijî dagirkeriya li ser Rojava helwest nîşan da û got, ''Erdogan kujer e''.

Li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava şandeye ku bi seroktiya Hevserokê MSD'ê Riyad Dirar çûyî Misrê bi Wezîrê Karê Derve yê Misrê Semîh Şukrî re rûnişt.

Di hevdîtinê de Şukru got Erdogan dixwaze tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û got, ''Ew kujer e. Ne li gorî qanûna navnetewî diçe. Em bawer in ku Erdogan dixwaze hemû herêmê têxe talokeyê. Gavên ku daveje vê piştrast dike. Em biryardar in ku yekbûna xaka Sûriyê biparêzin û bi hemû derfetên xwe em ê destekê bidin van hewldanan.''

Şukru got li ser vê mijarê roleke mezin dikeve ser MSD'ê jî.

'YEKÎTIYA EREB DIVÊ BIRYARÊ BISTÎNE'

Şandeyê got peywireke mezin dikeve ser Misrê,bawer dikin ku Misir peywira ku dikeve ser bi cih bîne û got, ''Yekîtiya Ereb wê bicive. Em li bendê ne ku di vê civînê de bi desteka Misrê biryarên girîng werin standin. Em bawer dikin ku bi vê biryarê pêşî li drameke mezin wê were standin û pêşî li dagirkirina Sûriyê were girtin. Em dixwazin di vê civînê de biryar were standin ku xebatên sefaretên Tirk ên li welatên Ereb werin astengkirin.''

'TIRKIYE Û QATAR DIXWZE PARÇE BIKE'

Di hevdîtinê de her wiha hate gotin Qetar destekê dide Tirkiyê. Şukru got, desteka Qetarê ya li Erdogan desteka li Birayên Misilman e û tê xwestin ku Sûriye û welatên din ên Ereb parçe bikin. Şukru got armanc ew e ku vê projeyê xira bikin, bi MSD'ê re dixwazi Sûriyeyeke yekere, demokratîk ava bikin.