Wezîrê Elman dijberên G20’ê bi ‘terorîstbûn’ê tawanbar kir

Wezîrê Karê Navxweyî yê Elman Thomas de Maîzîêre, çalakiyên protestoyî yên li Hambûrgê yên di dema civînê de şibande ’çalakiyên terorîstî’

Wezîr qet behsê nekir bê ka polîsan çawa bajar kiribû qijle, demokrasî betal kiribû, êrîşên dijwar anîbûn û qet behsa bêdadmendiyên ku rêveber û dîktatorên G20’ê rê li ber vedikin nekir.

Wezîr hin çalakvan bi ‘anarşîstên krîmînal’ bi nav kir û got, ev weke ‘neo-nazî’ yan jî ‘terorîstên îslamî’ tevgeriyane.

Di çalakiyên şermezarkirina civîna G20’ê de, yên di dema 7-8’ê Tîrmehê de şer çêbûbû û polîs piştî bi saetan encex karîbûya têkeve kuçeyan.

Di dema civînê de 20 hezar polîs hatibûn peywirdarkirin, hin wesayitên polîsan û yên luks hatibûn şewitandin, çalakgeran berê xwe dabûn kargehan û hin tiştên di nav de ji hêla çalakvanan ve hatibûn belavkirin.

Li gorî Wezareta Navxweyî di dema çalakiyan de 500 polîs birîndar bûne.

Polîsan 225 kes binçav kirin û ji van 185 jê lêpirsîna wan hatiye kirin.

Dijberên Serokwezîr Angela Merkel, lîderê Partiya Demokratên Sosyal Martîn Schûlz gotibû çalakvan weke terorîstan tevgeriyane.