Wê NY li Efganistanê bimîne, Talîban memnûn e
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku mîsyona siyasî ya NY a li Efganistanê salekê dirêj bike. Ev nayê wateya naskirina fermî lê Talîban ji vê biryarê memnûn e.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku mîsyona siyasî ya NY a li Efganistanê salekê dirêj bike. Ev nayê wateya naskirina fermî lê Talîban ji vê biryarê memnûn e.
Di biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de peyva ‘Talîban’ derbas nabe.
Ev biryar misyona sîyasî ya NY a li Efganistanê salekê dirêj dike. Çîn jî tê de bi 14 dengan ev biryar hate qebûlkirin.
Sefîrê Norweçê piştî biryarê daxuyanî da û got “Ev biryar ne bi tenê ji bo bersivê bide krîza mirovî û ekonomîk, ji bo bidestxistina aştî û îstîkrara li Efganistanê jî girîng e.”
Ev biryar nayê wateya ku hêza Talîbanê di nav NY de di warê dîplomatîk de were temsîlkirin. Talîban a ku di Tebaxa 2021’an de desthilatdarî bi dest xistibû, têkiliyên xwe yên bi Efganistanê re ji ber çavan derbas dike.