Ukrayna: Rûsyayê pêşniyarên me bi devkî qebûl kir

Şefê muzakereyên Ukraynayê diyar kir ku Rûsyayê daxwazên Kîevê bi devkî qebûl kiriye.

Muzakerevanê Ukraynayî Davîd Arakhamîa roja Şemiyê got ku Moskovayê "bi devkî" pêşniyarên sereke yên Kîevê qebûl kiriye û niha li benda verastkirina "nivîskî" ye.

Arakhamîa di bernameyek televîzyonê de axifî û destnîşan kir ku di gotûbêjan de ji bo bidawîkirina dijminatiyê pêşketinek "berbiçav" çêbûye.

Arakhamîa got ku ji bilî Kirimê ku Federasyona Rûsyayê di sala 2014’an de girêdayî xwe kir, wan bi fermî bersiva hemû helwestên Ukraynayê daye.

Wî her wiha got ku eger hevdîtinek di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy de pêk bê, li gorî serokê desteya danûstandinan wê "bi îhtimaleke mezin" li Tirkiyê pêk were.

Arakhamîa ragihand, "Em dîrok û cih nizanin, lê em difikirin ku bi îhtîmaleke mezin cîh wê Enqere yan Stenbol be."

Zelenskîy ji destpêkirina şer ya di 24’ê Sibatê de û şûnde daxwaza hevdîtina yekser bi Pûtîn re dike.

Muzakerevanê Ukraynayê diyar dike ku di dema hevdîtinan de Moskowa dibêje ku lidarxistina referandûma ya di mijara bêalîbûna Ukraynayê wê "yekane rêya derketina ji vê rewşê" be.

Li gorî Rûsyayê, eger Ûkraynayî rewşeke wiha qebûl nekin, “dibe ku vegerin rewşa şer yan jî dest bi danûstandinên nû bikin.”

Moskowa israr dike ku Ukrayna dest ji tevlîbûna nav NATO’yê berde û bêalîbûnê tercîh bike.