Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê destpê kir

Li Fransayê, di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Fransayê de Emmanûel Macron û Marîne Le Pen a rastgiriya tund li ber xwe didin. Helwesta hilbijêrên ku meyla wan li ser boykotê ye, wê encamê diyar bike.

Di tûra destpêkê ya hilbijartinê de ku beriya du hefteyan hate kirin, Serokkomarê heyî Emmanûel Macron ji sedî 28 ê dengan, Le Pen a rastgiriya tund jî ji sedî 23 ê dengan wergirtin û derbasî tûra duyemîn bûn.

Ji bo tûra duyemîn jî buroyên dengdanê sibeha Yekşemê saet di 08:00 de vebûn û wê heta saet 19:00 û 20:00 hilbijêr karibin dengê xwe bidin.

Bang li 48.7 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Rojên dawî gelek sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, kesayaet û medyayê ji bo pêşîgirtina li rastgiriya tund bang kirin ku deng ji Macron re bê dayin.

HELWESTA XEMSARAN DIBE KU DIYARKER BE

Lê belê bi taybetî li eniya çep nerazîbûneke mezin li hemberî Macron heye. Li gorî anketan hîn jî meyla girîng a li vê eniyê li ser boykotê ye.

Ji xwe xemsariya ji bo hilbijartinê demeke dirêj e rojeva bingehîn e. Siyasetmedar ji ber polîtîkayên xwe nikarin hilbijêran bibin dengdanê.

Helwesta kesên ku meyla wan li ser nedana dengan e, dibe ku encamên tûra duyemîn a hilbijartinê diyar bike.

Di heman demê de 12 û 19'ê Hezîranê jî hilbijartinên giştî li Fransayê hene. Macron an jî Le Pen ji bo karibin welêt bi rê ve bibin divê piraniya dengan bi dest bixin.