Trûmp peyama 'hevkariyê' dide lîderên cîhanê
Serokê DYA Donald Trûmp ku ji 20'ê Çileyê û vir ve mohra xwe daniye gelek biryarên cihê nîqaşê, di hevdîtinên bi gelek lîderên cîhanê re balê dikişîne ser girîngiya 'dewamkirina hevkariyê'.
Serokê DYA Donald Trûmp ku ji 20'ê Çileyê û vir ve mohra xwe daniye gelek biryarên cihê nîqaşê, di hevdîtinên bi gelek lîderên cîhanê re balê dikişîne ser girîngiya 'dewamkirina hevkariyê'.
Piştî axaftina bi rêya telefonê ya navbera Donald Trûmp û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, her du lîgeran işaret bi 'girîngiya NATO'yê' û parastina aştî û aramiyê kirine. Trûmp beriya niha ji bo NATO'yê digot, 'di têkoşîna dijî terorê de yekîtiyeke kevn bûye'.
Hat ragihandin, di hevdîtinê de hatiye gotin divê 'têkiliyên baş' ên navbera DYA û Elmanyayê di salên pêş de jî bidomin û hatiye destnîşankirin, ku hevkariya her du welatan ji bo têkoşîna li dijî komên tund ên alîgirê şîdetê û terorîzmê, wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dewam bike.
BI PÛTÎN RE LIHEVKIRINA LI SER TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ
Donald Trûmp bi rêya telefonê bi lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re axivî û hat gotin, ku di vê hevdîtinê de her du lîder li ser 'têkoşîna li dijî terorê ya li qada navneteweyî' hemfikir in.
Di daxuyaniya Qesra Kremlînê de hat ragihandin, her du lîderan li hev kirine ku li Sûriyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û komên din ên çete de bi koordîne were meşandin.
Hat gotin, di axaftinê de mijarên; hevkariya navbera her du welatan, aramiya stratejîk, bernameya atomê ya Îranê, Koreya Bakur û Ûkraynayê hatine nirxandin.
HOLLANDE HIŞYARÎ DA
Donald Trûmp ku bi Serokwezîrên Japonya û Awûstralyayê re axivî, li ser 'hevkariyê' bi Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande re nêrînên xwe parve kir.
Qesra Elysêe li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand, Trûmp xwestiye ew giringiyê bidin hevkariya navneteweyî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Hollande ragihandiye çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bêyî Neteweyên Yekbûyî nabe û di mijara polîtîkayên xweparastina zêde ya li qada aboriyê, Trûmp hişyar kiriye.