Trûmp: Ji peywirê bêm girtin wê piyase têk biçe

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp, diyar kir ku piştî îfadeya parêzerê berê Mîchael Cohen û mahkûmyeta midûrê berê yê kampanyayê Paûl Manafot bi destpêkirin ji peywir girtinê hişyariya wê piyase têk biçe kir.

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp, di bernameyak ya qenala Fox de axivî û got: “Eger ez ji peywirê bêm girtin, di wê fikrê de me ku wê piyase têk biçe û her kes hê zêdetir hejar bibe.”

Trûmp bi dewam got: “Ez nizanim bê ka ez ê çawa kesekî ku kar baş dike ji erkê bigirim?”

Parêzerê kesî yê berê yê Serok Dewletê DYA’yê Mîchael Cohen di îfadeya xwe ya hevkarî bi dozger re kirî diyar kir ku Trûmp ji bo bandorê li hilbijartina serokatiyê ya sala 2016’an bike ji bo du dostên xwe ji bo ‘bêdeng’bibin pere daye.

Cohen ji li ser fînansekirina hilbijartinê bi sûcê îxlalkirina qanûnê, sûcê xwe erê kir û bi rayedaran re li hev kir. Di encama vê lihevkirinê de Cohen bi dozgerê taybet Robert Mûeller re jî li hev dike. Mûeller di lêpirsîna kirîtîk a li ser mudaxelekirina hilbijarina Rûsyayê de erkdar e.