Parêzerê Trûmp ji bo alîkirina lêpirsîna Rûsyayê amade ye

Parêzerê berê yê Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp ê bi dozgeriyê re li hev kiriye Mîchael Cohen ragihand ku amade ye alîkariya lêpirsîna Rûsyayê bike.

Parêzerê Cohen Lanny Davîs ê bi MSNBC’ê re hevpeyvîn kirî got: “Muwekîlê min amade ye her tiştê di derbarê Donald Trûmp de vebêje.”

Davîs diyar kir ku Cohne ji hevdîtina Trûmp Tower a li New Yorkê ku di Hezîran 2016’ande ku di navbera delegasyonên Rûs û kesên ku kampanyaya hilbijartinê ya Trûmp bi rê ve dibirin de hatibû kirin, haydar bû.

Li gorî Parêzer Lanny Davîs Cehen diyar kir ku Trûmp di ferqa agahiyên têkildarî korsanên kompîteran ên derbarê kampanyaya namzeta Serokatiyê Hîllary Clîntonê de bû.

Nehate diyarkirin ku dozgerê rayeya taybet û Serokê FBÎ yê berê Robert Mûeller hê nizane bi Cohen re ketiye nava peywendiyê yan ne.

Robert Mueller, mudaxelekirina Rûsya ya hilbijartina dawî ya DYA’yê kiriye yan ne lêkolîn dike.

Mîchael Cohen jî îtirafkiribû ku pere daye du jinên ku tê îdîakirin ku bi Trûmp re di nava têkildiyan de ne re kiriye û bal kişand ser qanûnên têkildarî fînasekirina kampanyay hilbijartinê.

Parêzer Lanny Davîs jî got: “Muwekîlê min êdî aram bûye.”

Trûmp piştî van daxuyaniyan bi demekî kurt li ser hesbê xwe yê twîtterê Cohen rexne kiribû.

Donald Trûmp got: “Eger hûn parêzerekî baş digerin, pêşniyara min ji bo we bi ti awayî serlêdan ji bo Mîchael Cohen nekin.”

Trûmp di twîtta xwe ya roja Sêşemê ya li Vîrgînîa Rojava de jî got: “Li kû mudaxele kiriye? Hê jî li mudaxeleya Rûsyayê digerin? Mudaxele li kû ye? bibînin. Me dixwazin mudaxeleyê bibînin?”

Michael Cohen jî roja Sêşemê li New Yorkê bi dozgerên federal re li rêya lihevkirinê digeriya û sûcên mîna ‘Revandina bacê’,’Şelandina bankan’ û ‘Derew li saziyên darayî kirin û nelirêtî li fînansekirina kampanyaya hilbijartinê kirin” pejirandibû.

Li DYA’yê juriya doza lêpirsîna îdîayên revandina bacê ya di hilbijartina serokatiyê ya heman rojê de, dîrektorê kampanyaya hilbijartinê ya Trûmp Paûl Manafot ji 18 sûcdariyan 8 sûcdar kiribû.

Ji van 5 jê revandina bacê û 1 ji van jî nediyarkirina hesabên bankên biyanî bû ye.