Trûmp ji bo hêzên deryayî yên DYA daxwaza keştiyeke nû ya balafiran dike

Serokê DYA Donald Trûmp, ku çend roj berê ragihand ew ê budçeya parastinê bi 54 mîlyar dolarî zêde bike, da xuyakirin ku ew ê keştiyên nû yên şer û keştiyên binê avê ji bo Hêzên Deryayî peyda bike.

Donald Trûmp serdana keştiya bi navê Gerald Ford kir, ku dibe keştiya 11. a balafiran a Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). Trûmp li vir axivî û diyar kir ku wî xwestiye keştiya 12. bê çêkirin.

Trûmp îdîa kir, ku ji ber kêmkirina budçeyê di serdema Barack Obama de, parastina DYA 'qels' bûye û anî ziman, ew dixwaze di dîroka parastina welêt de budçeya herî zêde bafirîne.

Tê gotin, maliyeta çêkirina keştiya balafiran a 11. a DYA Gerald Ford 12,9 mîlyar dolar e.

Beriya rêveberiya Donald Trûmp, hatibû plankirin ku hejmara keştiyên şer ên li nava hêzên deryayî yên DYA bibe 308. Lê rêveberiya nû dixwaze, tevî keştiya 12. a balafiran, vê hejmarê bike 350.