Trûmp: Ji bo hemû berhemên ji Çînê bê wê bi bac bin

Serok Dewletê DYA’yê Donal Trûmp, anî ziman ku bacên gumrikê yên li dijî Çînê hatine amadekirin, wê hemû berhemên ji Çînê bikeve welat bigire nava xwe, îlan kir ku wê eniyê berfireh bike.

Trûmp êdi hevpeyvîneke di qenala CNBC’ê de hate parvekirin de bal kişand ser şerê bazigranî yê li dijî Çînê dayî destpêkirin, anî ziman ku amade ne bacê li ser hemû berhemên ku ji vî welatî bên kirîn, deynin.

Trûmp anî ziman ku bacên li hemberî Çînê hatine amadekirin ‘rêjeyeke zêde ye’ diyar kir ku 500 milyar dolar wê bandorê li hemû kirînê derve bike.

Li hemberî baca Trûmp a 34 milyar dolar berhemên ku ji Çînê bikre, rêveberiya Pekînê jî gavek bi heman awayî avêtibû.

DYA ya ku sala 20117’an ji Çînê 505 milyar dolar berhem girtibû, ji bo vî welatî tenê 130 milyar dolar berhem firotibû. Li gorî daneyên DYA’yê di nava 5 mehên destpêkê de ji Çînê 205 milyar dolar berhem hatibû girtin, asta bazirganiyê jî gihiştibû 152 milyar dolar.