Trump bi reformeke zêde kevneperest vegera xwe amade dike

Li DYE’yê namzetê serokê Partiya Komarparêz DonaldTrump bi bernameyeke zêde kevneperest vegera xwe amade dike.

Wisa xuya ye Donald Trump ê ku hefteya borî bi êrîşeke sûîqestê re rû bi rû mayî li gorî sala 2016’an xwe ji bo hilbijartinan baştir amade kiriye.

DIJBERIYA KOÇKIRINÊ

Kontrolkirina koçkirinê di rojeva wan de xwedî cihekî girîng e. Her wiha Trump di salên dawî de tim têketinên ji bo DYE’yê yên derqanûnî rexne dikir.

Trump di Kanûna Pêşîn a sala 2013’yan de têkildarî penaberan gotibû: ‘’Penaber welatê me û yekîtiya wê tune dikin.  Em ê neçar bimînin ku wan dersînor bikin.’’

Donald Trump ji bo pêkanîna armancên xwe dixwaze beşeke mezin a artêşê bişîne ser sînor û pêşniyara polîtîkayeke sosret dike.

WÊ BI TEMAMÎ DEV JI EKOLOJIYÊ BERDE Û BERÊ XWE BIDE PETROLÊ

Trump di warê aboriyê de dixwaze bi planeke bingehîn li hemberî enflasyonê tedbîran bistîne ku ew jî devjêberdana ekolojiyê û bi temamî derbasbûna petrolê ye. Trump têkildarî vê yekê di meha Nîsanê de gotibû: ‘’Divê em sondajê bikin, divê em ji nû ve sondajê bikin.’’

POLÎTÎKAYA DERVE

Donald Trump îdîa dike ku ew dixwaze di qada navneteweyî de ji nû ve hêza Emerîkayê ava bike. Trump ê ku bi awayekî eşkere piştgiriya Îsraîlê dike, bêyî ku eşkere bike îdîa dike ku wê di nava 24 saetan de şerê li Ûkraynayê bi dawî bike.

BIKARANÎNA PERGALA EDALETÊ

Donald Trump dibêje ku ger ew dubare vegere Koşka Spî ew ê têkildarî revebriya ku jê re dibêjin dewleta kûr paqijiyekê bike.

Fikar hene ku Donald Trump Wezareta Edaletê girêdayî holhilanîna xwe ya şexsî di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bîne.