Trûmp: Bi Çînê re wê peymana bazirganî were kirin

Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku bi bacên zêde yê li ser Çînê 'şerê bazirganî' li dijî Çînê dabû destpêkirin, got li ser peymana nû ya bazirganî ya bi Çînê re, ew 'başbîn' e.

Donald Trûmp baca zêde anîbû ser berên bi nirxê 250 milyar dolarî yên ku ji Çînê dihatin, hevnegirtina dahat û lêçûnê bazirdaniya derve kiribû hincet. Piştî ku Çînê jî bacên li ser berên Amerîkayê zêde kiribû di navbeyna du welatan de ji bo peymaneke nû muzakereyan dest pê kiribû.

Trûmp têkilî muzakereyan got ew li ser peymaneke nû ya di navbeyna du welatan başbîn e. Trûmp got biya wî ew ê bi Çînê re peymaneke nû ya bazirganiyê îmze bike lê bi kûrahî behsa muzakereyan nekir.

Trûmp diyar kir ku di muzakereyan de gelek gav dane ber xwe.