Teksas: Li dibistana seretayî di êrişa çekdarî de 14 zarok hatin kuştin

Li dibistaneke li bajarokê Uvaldeyê ku di navbera San Antonio û sînorê Meksîkayê de ye, kujerekî 18 salî herî kêm 15 kes kuşt ku mamosteyek jî di nav de bû û piştre mir.

Li Teksasê, 24'ê Gulanê ciwanekî 18 salî gule li dibistaneke seretayî reşand û di encamê de 14 jê zarok 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Teksasê Greg Abbott bi civîneke çapemeniyê ragrihand ku kujerê 18 salî li bajarokê Uvaldeyê 14 zarok û mamosteyek 'bi rengekî giran û bêwate' qetil kir. Abbott anî ziman ku di vê trajediyê de êrişkar jî miriye.

Êriş li Dibistana Seretayî ya Robb qewimî ku li bajarokekî navbera San Antonio û sînorê Meksîkayê ye. Li gorî daneyên eyaletê, di sala hîndekariyê ya 2020-2021'an de zêdeyî 500 zarokî li wê dibistanê dixwendin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hema her roj êrişên çekdarî çêdibin. Bi taybetî ji şewbê û vir ve li New York, Chicago, Miami yan jî San Franciscoyê sûcên çekdarî zêde dibin.