Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Afrîka Başûr ve hatin dayîn, hejmara Gergedanên di sala 2016'an de ji bo qiloçê wan hatine kuştin, 1054 e. Ev hejmar di sala 2015'an de 1175 bû.
Wezaretê ragihand, têkoşîna li dijî nêçira bêdestûr bi rengekî serketî dewam dike û di sala 2016'an de 680 nêçirvan dema ev sûc dikirin, hatin girtin. Ev hejmar di sala 2015'an de 317 bû.
Tevî ku qiloçê Gergedanan di nava 40 salên dawî de hatiye qedexekirin jî, li parzemînên Afrîka û Asyayê pêşî li nêçira bêdestûr nikare were girtin. Qiloçê Gerbedanan li gelek welatên Asyayê yên mîna Çîn û Vîetnamê ji bo tedawiyê tên bikaranîn. Tê gotin, li hin cihan, kîloyekî vî qiloçî bi 65 hezar dolarî tê kirîn.