Tehranê bersiv da Trûmp: Îran natirse!

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf, bersiv da gefên Serokê DYE’yê Donald Trûmp.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê li ser twîtterê daxuyanî da û got “Henekpêkirinên qirker wê nikaribe Îranê têk bibe.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja Yekşemê li ser twîtterê gotibû ku ‘Heke Îran bixwaze şer bike, wê ev bibe têkçûna Îranê.”

Piştî vê daxuyaniyê Fermandarê Mûxafizên Şoreşê Huseyîn Selamî diyar kir ku Îran şer naxwaze lê ji şer jî natirse. Li gorî Tehranê DYE nikare li kendavê şerekî bide destpêkirin.

DYE di sê salên dawîn de zextên xwe yên li ser Îranê zêde dike. DYE herî dawîn ambargoya ekonomîk li ser Îranê dabû destpêkirin.

Herî dawîn DYE diyar kiribû ku Îran amadekariya şer dike û keştiyeke şer û balefirên şer şandibû Kendavê.