Talîbanê dest danî ser duyemîn bendava mezin a Efganistanê

Tevgera Talîbanê li wîlayeta Kandaharê piştî şerekî giran dest danî ser duyemîn bendava mezin a Efganistanê.

Tevgera Talîbanê li wîlayeta Kandaharê ya Efganistanê piştî şerekî giran ê bi mehan dest danî ser duyemîn bendava mezin a Efganistanê ya bi navê Dahlayê. Rayedarên Talîbanê û yên herêmî ev agahî piştrast kirin.

Ava bajarê Kandaharê jî li ser bendava Dahlayê ye.

Qeymeqamê navçeya Argandabê Hacî Gulbûddîn diyar kir ku Talîbanê bendav bi dest xistiye û got “Hêzên me yên ewlekariyê taqviye xwest lê nekarî bendavê bistîne.”

Di şeş mehên dawîn de li navçeyên dora bendavê şerekî giran çêbûbû. Di meha Nîsanê de rayedarên Efganistanê diyar kiribûn ku wan bendav xistine bin kontrola xwe.

Balefirên Emerîkayê ji bo şikandina vê êrîşê ji hewayî ve piştgiriyê dide hêzên Efgan. Tevî vê yekê di navbera Talîban û DYE’yê de jî pêvajoya ji bo vekişandina hêzên biyan jî didome.